Konê serxweşiyê yê fermandar Kerîm bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê serxweşiyê yê fermandar Kerîm bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê serxweşiyê yê fermandar Kerîm bi girseyî tê ziyaretkirin
Ji bo yek ji fermandarê HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) ê par di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de bi sê hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê konê serxweşiyê hat vedan. Konê serxweşiyê bi girseyî tê ziyaretkirin.
Ji bo yek ji fermandarê HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) ê di 3'ê Mijdara 2012'an de li gel sê hevalên xwe di encama bombebarana artêşa Tirk de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê konê serxweşiyê hat vedan û bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin.
Li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren, endamên MEYA-DER û meclîsa şaredariyê zêdeyî hezar kes, ji ber avahiya BDP'ê ya navçeyê heta konê serxweşiyê meşiyan.
Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê HPG'ê Hamît Akil, alên PKK û KCK'ê hilgirt û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Berxwedana YPG'ê" qîriya û heta Mala Serxweşî û Gel a li Taxa Nûrê meşiya.
Girseya gel li ber mala serxweşiyê li ber sirûda "Ey Raqip" deqeyek rêz girt. Li dû rêzgirtinê de Rêveberê MEYA-DER ê Cizîrê Mele Kasim Yîgît peyivî û got, "Hevalê Kerîm lehengek bû ku 28 salan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ked da. Eger em îro dikarin li mala xwe bi dilrehetî rûnên, ev bi saya Egîdan û hevalên wî Kerîman e."
Li ser navê malbata Akil pismam Şemdîn Akil peyivî û got, "Bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Fermandar Kerîm yek ji wan lehengên li Botanê destan nivîsandin e." Di axaftinan de banga beşdariya li meşa 7'ê Mijdarê ya li Nisêbînê hat kirin.
Piştî axaftinan girseya gel bi çepik, tililî û dirûşman ji qada serxweşiyê veqetiya. Serdanên serxweşiyê dewam dikin.