Komkujiya Sînema Amûdê li Qamişlo hate bîranîn
Komkujiya Sînema Amûdê li Qamişlo hate bîranîn
Komkujiya Sînema Amûdê li Qamişlo hate bîranîn
Bi merasîmekê Komkujiya Sînema Amûdê ji aliyê TEV-ÇAND’a bajarê Qamişlo ve hate bîranîn.
Di sala 1960’an li bajarê Amûdê 283 zarok ji aliyê rejima Suriyeyê ve di Sînema Amûdê de hatibûn şewitandin. Bi boneya 55’emîn salvegera komkujiya “Sînema Şewitî” bi merasîmekê li bajarê Qamişlo ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hate bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre kurtesînevîzyonek li ser bûyera Sînema Amûdê hate temaşe kirin. Piştî sînevîzyonê Samer Kalo ku helbestek li ser Sînema Amûdê çêkiribû xwend.
Piştî helbestê Şanoya zarokan a Koma Şehîd Şervan derket ser dikê. Koma Şanoyê ji 25 zarokan pêk dihat. Şanoyên li ser bûyera Sînema Amûdê hatin lîstin.