Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameya gerîlayekî aşkera kir

Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameya gerîlayekî aşkera kir

Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameya gerîlayekî ku di sala 1994’an de li herêma Akdag a girêdayî Çewlikê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

Li gorî zanyariyên komîtê daye, Atîlla Acar (Hamîd Mardîn-navê dê: Selîma, navê bav: Xelîl) ku di sala 1991’an de tevlî nava refên gerîla bûye, di sala 1994’an de di pevçûneke li Çewlikê de jiyana xwe ji dest da. Komîtê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hamîd Mardîn di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî xebateke mînak bê girtine û ev ya jî bi fedakirina jiyana xwe nîşan da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got: “Em heval Hemîd Mardîn ku di sala 1994’an de li herêma Akdaş a Çewlikê di çalakiyekê de şehîd ketî bi rêzdarî bibîr tînîn û dibêjin ku emê xwedî li bîranîna wî derbikevin. Em ji bo malbata wî û gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.”