Kobaniyên di konbajarên AFAD’ê de: Me ji vir rizgar bikin
Kobaniyên di konbajarên AFAD’ê de: Me ji vir rizgar bikin
Kobaniyên di konbajarên AFAD’ê de: Me ji vir rizgar bikin
Serokkomar û Serokwezîrên Tirk di her firsendê de dibêjin “Em xwedî li gelê Kobanê derdikevin”, lê tenê 6 hezar û 100 kes di kampên AFAD’a girêdayî dewletê de dimînin. Gelê Kobanê yê ku di konbajarên AFAD’ê de dimîne îsyan kir! Kobaniyan derdê xwe ji Partiya Sosyalîst re gotin û ev bang kirin: “Pêwîstiyên me pêk naynin. Gava em daxwaz dikin me bi derxistina ji kampê tehdît dikin. Nexweşên me derman nakin. Derman nadin me”. Du bijîşkên li kampê dixebitin piştrast kirin ku derman nadin û rêzefilma nîjadperest a Tirkan “Şefkat Tepe” bi Kobaniyan didin temaşekirin.
Heyeta Partiya Sosyalîst a Hollandayê ya Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Hans Van Heijningen û Parlamentera Partiya Sosyalîst a Hollandayê Saadet Karabulut, endamê Desteya Îcrayê ya KCD’ê Seydî Firat jî têde bûn hate serdana Şaredariya Pirsûsê, girê çapemeniyê, gundên Mehser û Mîseynter ên li ser sînorê Kobanê ku nobet lê tên girtin, kampên Rojava, Kobanê û Arîn Mîrxan. Heyet piştre çû serdana Konbajara AFAD’ê. Lê bi hinceta “destûra qeymeqamtî û walîtiyê tune ye” nehiştin heyet bikeve konbajar. Piştî Karabulut got “Ez Parlamentera Partiya Sosyalîst im”, rayedarê AFAD’ê weke ku henekê xwe pê bike got; “Ez jî AKP’yî me” û nehişt heyet bikeve kampê. Piştî israra zêde ya heyetê û hevdîtina bi Walîtiyê re, heyet di bin çavdêriyê kete kampê. Lê nehiştin heyet kamera û wênekêş bi kar bînin.”
BIJÎŞK: DERMAN NADIN
Di serdana heyetê de welatiyên Kobanê nerazîbûn nîşanî rayedarên kampê dan û diyar kirin ku bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku pirsgirêkên wan ên tendurisityê gelek in û derman nadin wan. Kobaniyan dan zanîn ku pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û li kampê rastî gefên rayedaran tên. Welatiyan xwest wan ji kampê derxin û rizgar bikin. Heyetê bi bijîşkan re jî hevdîtin pêk anîn. Bijîşkan jî pirsgirêkên heyî yên tenduristiyê piştrast kir. Bijîşkan anîn ziman ku daxwazên welatiyan ên tenduristiyê nayên bersivandin û pirsgirêk gelek in.
RÊZEFILMA NIJADPEREST A TIRK DIDIN TEMAŞEKIRIN
Heyet piştî serdana bijîşkan serdanên xwe yên li kampê berdewam kir. Di serdanê de gelek penaberên ji Kobanê ji heyetê re gotine: “Rêzefilma Şefkat Tepe û nûçeyên alîgirên dewlet û hukûmetê bi me û bi taybet bi zarokên me didin temaşekirin”. Her wiha dan diyarkirin ku bi qasî ku têra wan bikin cil û berg nadin wan.
HAWARA DAYIKÊ
Dayikek ku di hembêza wê de zarokek du mehî hebû hate gel heyetê û got: “Zaroka min tazî ye, min bi cilên xwe pêçandiye. Her çendî ez dixwazim lê alîkarî nadin min.” Li vê derê jî rayedarek ê kampê kete navberê û got: “Em didin, lê çavên we birçî ye, herin navê xwe binivîsin w ê bidin.” Dayikê da zanîn ku wê gelek caran xwestiye lê heta niha nedane.” Dayikê ji heyetê re got: “Em amade ne ku di zeviyek ê Kobanê de bijîn. Tenê me ji vir rizgar bikin. Bila şaredarî û gelê me ji destê van rizgar bikin. Xwedî li me derkevin.”