KNK: Girînge Kurd bi yekdengî li Cenevre bên temsîlkirin
KNK: Girînge Kurd bi yekdengî li Cenevre bên temsîlkirin
KNK: Girînge Kurd bi yekdengî li Cenevre bên temsîlkirin
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya civîna Cenevreyê û destnîşan kir ku divê Kurd bi yek dengî li konferansê bê temsîlkirin. KNK'ê ji ber darvekirinan, rejîma Îranê jî bi tundî şermerzar kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê, kombûna xwe ya asayî kir û li ser bûyer û pêşhatinên dawî yên li Cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rawestiya.
Konseya Rêveber a KNK'ê li dû civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku Rojhilata Navîn ji ber plan û têkoşîna hêzên mêtînger û dagirker veguheriye meydana cengê. KNK'ê ragihand ku ji ber tinebûna tifaqa Kurd û Kurdistaniyan, ev hêzên mijara gotinê êrîşî Kurdan dikin, bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê bi her awayî tê astnegkirin û operasyona fetisandinê tê domandin.
BI PÊŞENGIYA DESTEYA BILIND ŞERÊ MAN Û NEMANÊ TÊ MEŞANDIN
Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê de hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê di bin kumandaya YPG'ê û bi pêşengî û rênîşaniya Konseya Bilind a Kurd de şerê man û nemanê tê meşandin. KNK'ê bang li hemû Kurd û Kurdistaniyên li Rojava kir ku di warê polîtîk de koalîsyoneke herî berfireh a neteweyî û welatê ava bikin û hêza xwe ya leşkerî û asayişî bi tevlêkirina hemû dînamîkên neteweyî û welatî xurttir bikin.
DIVÊ KURD BI YEKDENGÎ LI CENEVREYÊ BÊN TEMSÎLKIRIN
KNK'ê ragihand ku ew hewildanên Waşîngton-Moskowê yên li ser pirsa Sûrîyeyê ji nêzik ve dişopînin û got, "Hêvîdarin ku Kurdên Rojavayê di hevdîtina li Cenevre de bi yêkdengî bêne temsîl kirin. KNK herweha gelek bi giringî bangî Kurdên Rojavayê dike ku her bi çi rengî be di vê platforma navneteweyî de bi hevgirtinî beşdar bibin û pozisyoneke yêkbûyî û serbixwe nîşan bidin."
KNK'ê li dijî 'dîwarê şermê' yê dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê lê dike, bang li gelê Kurd ku rê nedin lêkirina vî dîwarî.
AKP PÊVAJOYÊ JI BO HILBIJARTINAN BIKAR TÎNE
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û hat destnîşankirin ku li gel hemû fedekarî û gavên tevgera azadiyê ya Kurd jî AKP sivik nêzî pêvajoyê bûye û berpirsyariyên mutabeqeta li Îmraliyê bi Ocalan re hatiye amadekirin, bicih neaniye.
KNK'ê got, "Hukûmeta AKPê pêvajo li gorî propagandaya hilbijartinên Adara 2014'an bikar aniye. Ji ber vê yekê, KCKê jî reflekseke gelek rast û heqqane nîşan daye û herwisa muhlet daye hukûmeta AKPê ku daxwazên Ocalan û KCKê zûtirîn wext pêkbînin. KNKê ji serî were desteka xwe daye vê prosesa li bakur û piştgirîya xwe ya ji bo Ocalan û KCKê ya beramberî hukûmeta AKPê didomîne."
DARVEKIRINÊN LI ÎRANÊ BI TUNDÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Konseya Rêveber a KNK'ê darvekirin û êrîşên ji aliyê rejîma Tehranê ve têne kirin jî bi xurtî mehkûm kir û got, "Divê Kurd û Kurdistanî li Rojhilatê zûtirîn dem di navbeyna xwe de cepheyekî neteweyî û welatî pêk bînin ku bikarin rejîmê mecbûrî çareseriyê bikin."