KMM'ê Îran şermezar kir

KMM'ê Îran şermezar kir

Komeleya Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê (KMM) bi daxuyaniyekê li Îranê darvekirina siyastmedarên Kurd şermezar kir û ji bo ev ceza were rakirin ji rêxistin û dezgehên navnetewî xwest ku pêkutiyên xwe li ser rêjîma Îranê zêde bikin.

Komeleya Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê der barê darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Tevî ku piraniya dewletan cezayê sêdarkirinê ji zagonên xwe rakirine jî,rêjîma Îranê pêkanîna sêdarkirina welatiyan berdewam dike.Bi teyabetî çalakvanên siyasî yên Kurd tenê ji ber ku mafê xwe yê rewa xwestine tên darvekirin. Ev tişt metirsiyeke mezin li ser mafên mirovan çê dike."

Di daxuyaniyê de rejîma Îranê bi tundî hate şermezarkirin û ji bo ev ceza ji zagonên Îranê were rakirin, ji hemû rêxistin û dezgehên navneteweyî hate xwestinku zextên xwe li ser rêjîma Îranê zêde bikin.