KJB: Em êrîşa Kobanê şermezar dikin
KJB: Em êrîşa Kobanê şermezar dikin
KJB: Em êrîşa Kobanê şermezar dikin
Tevgera Jinan a Kurd, êrîşa li bajarê Kobanî ya Rojava şermezar kir. KJB’ê diyar kir ku esasa sereke ya trafîka dîplomasiya navbera dewletan a li herêmê lezgîn bûye şoreşa Rojava û qezencê wê ye û wiha got: “Di esasa vê îtîfaq û têkiliyê de hewldana ku tê dayîn, ev e ku gelê kurd bê statu bihêlin. Tê xwestin ku bi rastiya kurdên bê îrade û qels encamê bigirin. Bi vê dixwazin Lozaneke duyemîn biafirînin.
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku li Rojava gelê kurd û gelên herêmê çûne rêxistine hevpar û di esaa yekitiya demokratîk de bi pergala xwe ya xweser bi navê meclisa rêveberiya xweser çûne avabûnake nû û ev jî gelek girînge.
KJB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku bi salane li Kurdistanê li ser gelê Kurd di polîtîkayên qirêj û tarî de israr tê kirin û hêzên komploger yên navnetewî û hêzên hevkar yên Tirkiyeyê careke din ruyê xwe yê kujer li bajarê Kobanê yê Rojava daye der.
KJB’ê êrîşa li Kobanî şermezar kir û ji malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û gelê kurd re sersaxî xwest.
Koordînasyona KJB’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “ Dewletên komploger yê navntewî ku tehemulê berxwedana mezin a gelê Rojava, qezencên wan yên ku bi hewldan û kedeke mezin hatine bidestisitin, nake heta îro bi êrîş û komkujiyan êrîş kiriye û ev ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ligel vê jî bertekek cidî nehatiye nîşandan. Hêz û dewletên komplolger yê herêmê vê zîhniyeta komkujer di cih de dibînin û piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan a çekdan û hemû amûran didomîne. Ev hêzên ku li dijî berxwedana Rojava bi her awayî têk çûne berê xwe dane sivîl û welatiyên bê parastin û komkujiyan pêk tînin û dixwazin gel bi tirsînin û çewisînin. Hovitiya komkujiya Kobanî ku gelekên wan zarok bûn hatin qetilkirin, asta vê hovitiyê careke din zelal derdixe holê. Ev komkujî li dijî berxwedana Rojava pêk hatiye. Ev komkujî bi armanca qirkirinê pêk hatiye û dixwazin peyama ku lid ijî hemû nirxên jiyanê xesp tê kirin, bidin. Ji ber vê jî di serî de gelê kurd û hemû gelên herêmê di hedefa van hêzan de ye. Komujiya Kobanê jî mînaka şênber ya vê ye.”
Koordînasyona KJB'ê da xuyakirin ku hêzên serdest ên li hemberî berxwedana gelê Rojava ketiye panîkê, ji destpêkê ve xwe li serketina gelê Kurd ranegirtine û bi her şêweyên komployê xwestiye bexwedana gelê Kurd vala derxîne. Koordînasyona KJB'ê ragihand ku ev hêzên dixwazin berxwedana vînî ya gelan bişkînin, dê di dema pêş de jî bikevin nava êrîş û komkujiyan.
Di daxuyaniya Koordînasyona KJB'ê de hat gotin, "Ji zêdebûna trafîka dîplomasiyê ya navbera dewletên li herêmê de jî tê fêmkirin, ku li navenda hemû hevdîtinan şoreşa Rojava û destketiyên wê hene. Di bingeha van têkilî û tifaqan de bê statu hiştina gelê Kurd heye. Tê xwestin ku li herêmê rastiyeke Kurd a qels û bê vîn hebe. Bi vê yekê re dixwazin Lozaneke duyemîn biafirînin." Koordînasyona KJB'ê di serî de gelê Rojava ji hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê xwest ku li gorî komkujî û êrîşên nû hesabên xwe bikin, bi hişyarî û berpirsyariyeke mezin tedbîrên xwe bigirin û destnîşan kir ku bi berxwedaneke xurt êrîş dikarin werin pûçkirin.
Koordînasyona KJB'ê da xuyakirin ku girînge gelê Kurd ê li Rojava û gelên herêmê, li ser bingeha rêxistinbûyîndeke hevpar û demokratîk di bin navê meclîsa rêveberiya xweser de pergala xwe ya xweser ava dikin û got, "Girînge ku vîna rêveberiya hevpar a gelan were xurtkirin û bi awayekî aktîf bê destekkrin. Ji ber ku ev vîna rêveberiya hevpar vîna eniya demokratîk a gelên li Rojava ye, bingeheke watedar û rewa îfade dike. Cihgirtina li vê rêveberiyê pûçkirina polîtîkayên qirêj ên hêzên navneteweyî û van komên çete ye. Bi vê wesîleyê em rêveberiya nû ya hatiye avakirin silav dikin û vîna demokratîk a gelan pîroz dikin. Em bi vê wesîleyê komkujiyê careke din şermezar dikin."
Koordînasyona KJB'ê bang li tevahiya raya giştî, gelê Kurd ê welatparêz, jin û ciwanan kir ku hişyar û berpirsyar bin, parastin û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.