Kesek li Ewêna hat binçavkirin
Kesek li Ewêna hat binçavkirin
Kesek li Ewêna hat binçavkirin
Serê sibê şeveqê tîmên taybet li Bajaroka Ewêna ya Stewra Mêrdînê bi ser mala Suleyman Erkan de girtin û di serdegirtina malê de Erkan binçav kirin.
Serê sibê şeveqê tîmên taybet û leşkeran bi maşîneyên zirxî li Bajaroka Ewêna ya Stewra Mêrdînê bi ser mala Suleyman Erkan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de Erkan binçav kirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Stewrê. Polîsan xwestin Erkan li panzêre siwar bikin û bibin, lê Erkan li hemberî vê yekê derket û destûr neda ku wî bi panzêrê bibin. Li ser vê yekê leşker û tîmên taybet Erkan bi peya birin Fermadariya Jendermeyan a Stewrê.