KCK: Sekna bi rûmet a Seyîd Rizayan bi PKK’ê re şênber bû

KCK: Sekna bi rûmet a Seyîd Rizayan bi PKK’ê re şênber bû

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di 77’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ew bibîr anîn. KCK’ê polîtîkayên qirkirinê yên siyasî û çandî ku dewleta Tirk pêk tîne şermezar kir.

KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de Seyîd riza û hevalên wî bibîr anîn. Di daxuyaniya KCK’ê de  hat diyar kirin ku ew di 77’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û 10 hevalên wî de wan bi rêzdarî bibîr tînin û got: “Em şîdeta dewleta Tirk ya ku hê li dijî gelê Kurd pêk tîne şermezar dikin."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Mirovahiyê  şahidiya qirkirineke ku yek wek wê di cîhanê de pêk nehatiye ya 1937-38’an Dêrsimê, kiriye. Dêrsim wêran kirin. Hêzên mêtinger ên TC jin, zarok, kal û pîr  70 hezar Kurdên Elewî yên Dêrsimê qetil kirin. Bi komkujiya Dêrsimê re xwestine qirkirina çandî, siyasî û civakî ya Kurdistanê temam bikin. Di navberê de 70 sal zêde derbas bûye. Lê dewleta Tirk hê jî dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê dest bernedaye. Heta ku hebûna gelê Kurd, statu û azadiya wan neyê qebûlkirin, gelê Kurd wê bi ruhê berxwedana Dêrsimê li ber xwe bide.

GOTINÊN SEYÎD RIZA JI BO ME RÊBERTÎ KIR

KCK’ê diyar kir ku li Dêrsimê Plana Şark Islahat, îskan a mecburî û dadgehên îstîklalê pêk hatine û ev pêkanîn di raporên Dêrsimê de bi belge ne. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê Dêrsimê ji bo çand, rûmet û baweriya xwe biparêze li ber xwe daye. Berxwedana jin, keç, xort û kal û pîrên Dêrsimê bûye berxwedanek pîroz. Seyît Riza gotina ‘Ez hatim lîstikên ew ji bo min bû ders, lê min serî li hember we netewand ev jî bo we bû dert’ ji bo dîrok û roja me ya îro dibe ronahî.

KCK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd ev gotinên dîrokî yên Seyîd Riza her tim ji xwe re kiriye rehber û got: “Tevgera Azadiya Kurd ku ev 40 sal e bi fedayitiyek mezin têdikoşe, girêdayî bîranînên şehîdên Dêrsimê bûn. Xeyalên hemû şehîdên Dêrsimê yên Dr. Şivan, Mazlum, Şiyar, Dr. Baran, Sara, Bêriîan, Zîlan, Seyît Riza û Besêyan yên nîvçe mabûn pêk anîn. Ruhê berxwedêr ên şehîdên me xeta azadî û demokrasiyê ya Rêber Apo ye.

Gelê Kurd îro moralek mezin dide gelê berxwedêr û bindest û ruhê berxwedan û vejîneke bêhempa pêş dixe. Ev berxwedan, bi agirê azadiyê yê li Dêrsimê li her çar parçeyên Kurdistanê wek volkanê teqiyaye û malê hemû mirovahiyê bûye. Ew sekna serbilind a Seyîd Riza ku dema diçû sêdarê, bi PKK’ê re şênber bûye û veguheriye tolhildanê.

Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê esasê de Seyîd Riza di têkoşîna xwe de daye jiyîn û îxaneta Raberan jî kirina çala tarîtiya dîrokê. Heta Dêrsim xweser nebe û Kurdistan azad nebe wê têkoşîn bidome.

Em di 77’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de de wan careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya bilindkirina berxwedan û têkoşîna wan careke din dubare dikin.”