KCD êrîşa li Êlihê bitundî şermezar kir

KCD êrîşa li Êlihê bitundî şermezar kir

KCD êrîşa li Êlihê bû sedem Ozcan Temel jiyana xwe ji dest bide şermezar kir. KCD’ê got: “Bila her kes bizane ku, bitêkoşîna ku gelê Kurd heya roja îro daye meşandin nehêlaye êrîşên bi vî awayî bigehin armanca xwe. Dê ji îro pêde jî asteng bikin û dê li hemberî lîstoka dixwazin bilîzin jî raweste.” Her wiha hişyariya “Pêwîste bila tu kes nekeve nava hewildanên bixwazin rojên borî vegerînin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê bûyera 2’ê mijdarê li Êlihê rûda daxuyaniyek nivîskî weşan.

KCD’ê di daxuyaniya dayî de da diyarkirin ku, “êrîşa di 2’ê mijdarê li taxa Petrolê rûdayî û welatiyê me Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da, her wiha şeş welatiyên me jî birîndar bûn, em binefret şermezar dikîn.” Di daxuyaniyê de salên 90’î hate bibîrxistin û hate gotin ku êrîş “provayekî xirab ya dem boriyê ye.”

Di daxuyaniya ku sersaxî li malbata Temel da KCD balkişande ser van xisûsan:

“Êrîşa li Êlihê li dijî gelê me hate kirin, provayekî xirab ya demboriyê hate kirin. Di nava têkoşîna sedsalan ya gelê Kurd de salên 90’î salên herî tarî û reşin. Li ser gelê me hemû cure rêbazên bixwîn dane meşandin lê bi berxwedana gel vala hatin derxistin. Bila her kes bizane ku bitêkoşîna ku gelê Kurd heya roja îro daye meşandin nehêlaye ev êrîş bigehin armancên xwe. Dê ji îro pêde jî asteng bikin û dê li hemberî lîstoka dixwazin bilîzin jî raweste. Pêwîste bila tu kes nekeve nava hewildanên bixwazin rojên borî careke din vegerînin.

Têkoşîna azadiya gelan dom dike. Ewlekarî û azadiya gelê Kurd û gelên pêre jiyan dike di bin temînata vê têkoşînê de ye. Di nava pêvajoya ku em tê de ne, em bang li gelê xwe dikin ku, li hemberî provokasyonên dixwazin têkoşîna azadiya gelê Kurd birûxînin jiyar bin. Careke din êrîşê binefret şermezar dikîn, sersaxiyê ji malbata Temel û gelê Kurd dixwazîn.”