Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve diçin
Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve diçin
Karkerên rêyên hesinî ji 5 milan ve ber bi Enqereyê ve diçin
Li hemberî pêkanînên AKP’ê yên taybetîkirina rêyên hesinî, endamên Sendîkaya Xebatkarên Veguhastina Hevgirtî (BTS) ji Amedê ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Di çarçoveya meşa Sendîkaya Xebatkarên Veguhastina Hevgirtî (BTS) a li hember taybetîkirina rêyên hesinî ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê xwestin rêyên hesinî ji xizmeta gelemperiyê bê derxistin û bibe tîcarî, karkerên endamên BTS’ê ji Gara Amedê ber bi Amedê ve ketin rê.
Karkerên pankarta, "Em li hember taybetîkirina rêyên hesinî dimeşin” vekirin, Sekreterê Malî yê Giştî yê BTS’ê Erdal Uysal li ser navê karkeran daxuyanî da.
Uysal, got ku ji bo têkildarî şert û mercên di nav de kar dikin raya giştî ava bikin, biryar girtine ku ber bi Enqereyê ve bimeşin.
Piştî daxuyaniyê komek endamên sendîkayê bi çepikên hevalên xwe li trênê siwar bûn û ber bi Enqereyê ve ketin rê.