Karkerê ku li Xîzanê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da

Karkerê ku li Xîzanê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da

Li Taxa Kultur a Xîzana Bedlîsê di dema karê binesaziyê ya ji aliyê şîrketeke taşeron tê meşandin hezaz çêbû, karkerê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Kultur a navçeya Xîzan a Bedlîsê di karê binesaziyê yê ji aliyê şîrketeke taşeron tê meşandin, hezaz çêbû. Karkerê bi navê Seyîthan Ayaz ê 31 salî ku di bin axê de ma. Jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Ayaz ku ji bin erdê hat derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Xîzanê.

Hat ragihandin ku  wê cenaze ji bo otopsî  bişînin Bedlîsê.

Berî niha bi çend rojan jî dîsa di xebatên binesaziyê yên li Taxa Kultur hezaz pêk hatibû karkerek birîndar bibû.