Kampanyaya alîkariyê li Mûşê didome

Kampanyaya alîkariyê li Mûşê didome

Rêxistina DBP’ê ya Mûşê û Şaxa KESK’ê ya Mûşê di çarçoveya kampanyaya alîariyê ya ji bo Kobanê TIR’ek kelûpelên alîkariyê şandin Pirsûsê.

Rêxistina DBP’ê ya Mûşê û Platforma Şaxên KESK’ê ya Mûşê bi armanca piştevaniya bi gelê Kobanê re Kampanyaya alîkariyê didomînin. Ji roja ku kampanyayê destpê kiriye heta niha 11 TIR û 3 kamyon alîkarî ku ji bajêr şandine, îro jî TIR’ek kelûpel ji bo radestî Şaredariya Pirsûsê bê kirin hat birêkirin.

Endamê Komîsyona Piştevaniya bi Kobanê re Necmî Erol got ku divê gelê Kobanê tenê neyê hiştin û wiha axivî: "Kampanyaya me ya ev 2 meh in didome heta Kobanê azad bibe wê berdewam bike.”

Erol diyar kir ku ji ber dinya sar dibe bi giranî betanî, sobeyên elektrîkê, kincên ji bo zarokan, derman, pêlav û xurek kom kirine û got ku divê her kes di vê mijarê de hestyar be.