Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mîna, "Pêngava yekemîn di 15'ê Cotmehê de qediya" mîna hişyarî û rexneyeke têkoşîna lewaz a li dij AKP'ê binav kir.
Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan têkildarî pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd di Newroz a 2013’an de bi fermî da destpêkirin de ji rojnameya Azadiya Welat re axivî. Kalkan wateya daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd mîna; “Pêvajoya salekê bi 15’ê Cotmehê re qediya” mîna hişyarî û rexneyeke girîng binav kir.
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan daxuyaniya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha rave kir: “Rêber Apo bi israr xwest hevoka wî ya 'Pêvajoya salekê di 15'ê Cotmehê de bi dawî bû' bigihije tevgerê bêgûman gelekî girîng e. Girîngiya wê jî ji vê yekê tê; ev hişyariyek e . Dixwaze ev rastî ji aliyê herkesî ve were zanîn. Li pey vê yekê jî fikar û rexneyên wî hene. Hevqasî zelal îfadekirina wî ya bidawîbûna pêvajoyê û daxwazkirina bihîstina vê yekê ya tevgerê û gel ji ber rexnekirina sekna li dij AKP’ê ya lewaz tîne rojevê. Mirov dikare vê bêje: Rêber Apo sekna li dij AKP’ê ya heyî lewaz, têkoşîna li dij AKP’ê jî kêm dibîne. Diyare ku fikarên wî hene ku nayê fêhmkirin ku AKP’ê pêvajo qedandiye. Bi van gotinan dixwaze balê bikişîne ser vê yekê.”
MERHELEYA 2. ASTENG KIRIN
Kalkan destnîşan kir ku, pêvajoya piştî 1’ê Hezîranê di rastiyê de gerek pêvajoya merheleya duyemîn bûna û pêwîstiyê wê bicîh bihata. Kalkan destnîşan kir ku, hikûmeta AKP’ê berpirsyariyên xwe bicîh ne anîne û wiha berdewam kir: “Ketina pêvajoya duyemîn asteng kirin. Gav û pêwîstiyên merheleya duyemîn ya demokratîk kirina Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bicîh ne anîn. Sererastkirinên destûrî û qanûnî pêk ne anîn. Di ser vê yekê re pênc meh derbas bû û nikare were gotin ku têkoşîneke mîna tê xwestin di van pênc mehan de li dij AKP’ê hat dayîn. Ev ji bo me û hemû hêzên şoreşger cihê rexnedayînê ye.” Kalkan diyar kir ku, ji daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama ku wan derxistine bi vî rengî ye û pêwîstî bi sekn û têkoşîneke li gor vê peyamê ya li dij AKP’ê heye.
'PROJE PÊŞKÊŞÎ DEWLETÊ HATE KIRIN'
Kalkan bibîr xist ku, ji bo muzakereyên kur werin destpêkirin û têkildarî amûrên merheleya duyemîn proje ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve ji rayedarên hikûmet û dewletê re hatiye pêşkêş kirin. Kalkan destnîşan kir ku, eger ev projeya nivîskî hatiye pêşkêş kirin ji aliyê dewletê ve neyê qebûl kirin ne mimkun e derbasbûna merheleya duyemîn çêbibe. Kalkan ragihand ku, di rewşeke wisa de ji bo wan jî pêvajo bi tevahî diqede û bi van gotinan destnîşan kir ku, Ocalan di heman demê de hikûmeta AKP’ê jî hişyar dike: “Di heman demê De Rêbertiya me hikûmet/dewletê jî hişyar dike. Dixwaze pêşî li polîtîkaya mijûlkirin, astengkirinê bigire. Bi helwesteke zelal hewl dide polîtîkayên hîlevan, sextekar, mijûlkin, astengkirin û şelokirinê vala derxe.”
'AKP PÊVAJO BI DAWÎ KIRIYE'
Kalkan da zanîn ku, tevî du hefte di ser 15’ê Cotmehê re derbas bûne jî ji dewletê bersivek ne hatiye û bi peyama xwe ya dawî Ocalan bi zelalî wiha gotiye: “AKP pêvajo bidawî kiriye, tiştên din tev hîle û xapandin e. Bila heya we, agahiya we jê hebe. Çi pêwîst bike bikin û tiştekî ji min hêvî nekin” û bi vê yekê li dij pêvajoyê sekneke zelal raxistiye ber çavan.”
DU ALIYÊN ÇARESERIYÊ
Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe de du hîmên bingehîn ê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd jî wiha formûle dike.
* Hişyarkirina dewletê ya ji bo demokrasiyê, bisînor kirina wê û rizgarkirina ji karakterê şoven, netewperest, despotîk, yekperest û faşîst. Ev yek ji aliyê Rêber Apo ve mîna Xweseriya Demokratîk hatibû formule kirin.
* Aliyê din ê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd rêxistinbûyina civaka demokratîk, netewa demokratîk e.
Kalkan ji bo pêşketina çareseriyê bendewariya ji dewletê jî bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku, dewlet a çavkaniya hemû pirsgirêka ye nabe ku jê hêvî werin kirin. Kalkan bibîr xist ku, dewlet wê hewl bide rêxistinbûyîn û pêşxistina demokratîkbûnê asteng bike û tişta were kirin jî ewe ku bi têkoşînê astengî û êrîşên dewletê werin derbaskirin û vala derxistin û tiştê beyî wî bendewariya ji dewletê werin kirin jî wiha rêz kirin: “Di warê aborî, civakî, siyasî, çandî û gelek aliyê din de derdorên tên perçiqandin, civaka demokratîk dikare xwe birêxistin bike. Meclis û komun dikarin werin avakirin. Ev yek jî bi sîstema konfederalîzmê dikare were meşandin.” Parastina hêzê ya AKP’ê û hêna girtina destek a ji Kurdistanê jî Kalkan mîna lawaziya hêzên demokrasiyê û kêmasiyên di rêxistinbûyînê de binav kirin.
DEKLARASYONA ÇARESERIYÊ
Kalkan ji bo şikandina despotîzma dewletê û ferzkirina gavavêtinê jî mîna riya têkoşînê rêxistinbûyîna di 8 aliyan de nîşan da û destnîşan kir ku deklerasyona KCK’ê ya di demên borî de hatibû aşkere kirin jî bi heman mabestê bû têkildarî mijarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Deklerasyon tê wetaye li dewsa bendewariya ji dewletê pêwîstiya ku Kurd bi ziman, çand, nasname, aborî, siyaset û parastina xweser xwe birêxistin bike û gav bi gav sîstema xwe ava bike radixe ber çavan. Divê rewşenbîr, hunermend û mirovên zana van rastiyan bibînin û pêşengiyê ji gel re bikin.”