Jinên Kurd û Tirk ên li Swêdê destek dan Ayşe Gokkan
Jinên Kurd û Tirk ên li Swêdê destek dan Ayşe Gokkan
Jinên Kurd û Tirk ên li Swêdê destek dan Ayşe Gokkan
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin ev şeş roj in di rojiya mirinê de ye û 10 şaredarên bi heman armancê di grêva birçîbûnê de ne, ji jinên Kurd û Tirk ên li Swêdê dijîn piştgirî dîtin.
"Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk" daxuyaniyeke nivîskî weşand, lêkirina dîwaran li Kurdistanê protesto kir û gelê Kurdistanê yê li dijî dîwar li ber xwe dide û têkoşîna Şarederan silav kir.
Jinên Kurd û Tirk dan xuyakirin ku Hikûmeta Tirk ji ber ku ji xwişk û biratiya gelan û Rojava ditirse, dîwaran lê dike û gotin, "Di serdemeke ku dîwarên 'herî zexm' jî hatin hilweşandin de, ev dîwarê şermê nîşaneya tirsa hikûmeta Enqereyê ya li pêşberî yekbûyîna gelan e. Bi vî dîwarî re hikûmet pêvajoya çareseriyê ya asê maye, bi temamî xistiye nava xeteriyê û pêvajoya aştiyê jî xistiye rîskê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Nisêbînê li gel êrîşên bi bombeyên gazê yên polîsên Tirk jî piştgiriyê dide Ayşe Gokkan a li ber xwe dide û got, "Em berxwedana mafdar û bi rûmet a Ayşe Gokkan û 10 şaredarên pê re ketine grêva birçîbûnê silav dikin û piştgiriyê didinê. Em bang li hemû hêzên alîgirên aştî û demokrasiyê dikin ku heta ev dîwarê şermê were rakirin û sînor ji holê bê rakirin, têbikoşin."