Jinên Kobanê modela kantonan bir konbajaran
Jinên Kobanê modela kantonan bir konbajaran
Jinên Kobanê modela kantonan bir konbajaran
Jinên Kobanê yên li Pirsûsê di konan de dijîn, modela jiyana demokratîk a li bajaran, birin konbajaran. Meclîsa Jinan a ku jinan ava kiriye jî li konbajaran ji asayîşê heta tenduristiyê ji perwerdehiyê heta belavkirinê her qadê rêxistin dike.
Jinên Kobanê yên li Pirsûsê bicih bûne, modela jiyana azad a Rojava birin konbajaran. Jinan sazbûna demokratîk a Kantonan birin konan û bi meclîsa ji 49 kesî pêk tê hewl didin li her qada jiyanê rêxistinê bikin. Ji asayîşê heta perwerdeyê ji tenduristiyê heta alîkariyê jin di her peywirê de cih digirin û jiyana komunal di konan de rêxistin dikin. Newroz Kobanê ya ji îdareya belavkirin û giştî berpirs e diyar kir ku ji bo alîkarî bi edaletî bên belavkirin 23 jin peywirdar kirine û li kon li herêman veqetandine.
Şehîdên YPG û YPJ’ê li konbajaran tê jiyîn. Newroz Kobanê da zanîn ku li 5 herêmên weke Şehîd Viyan, Şehîd Dilovan, Şehîd Xebat, Şehîd Murat, Şehîd Şîlan veqetandine û li her herêmê endamên meclîsên jinan diyar kirine û ev endamên meclîsan li konbajaran di nuqteya xebatên esas de peywirên weke paqijî û belavkirinê dide. Kobanê diyar kir ku li her herêmê rojê 3 caran belavkirinê dikin û ji bilî xwarinê amûrên paqijî, derman û hewcedariyên zarokan didin endamên xwe.
LI KONBAJAR PERWERDEYA KURDÎ
Medya Amar ku ji perwerdeya Kurdî berpirse diyar kir ku li konbajar dibistenek biçûk vekirine û niha 6 jin mamostetiyê dikin û got wê di demên pêş de ev hejmar bê zêdekirin. Amar got ku perwerdeyê didin zarokên di navbera 3-10 salî û got: “Me roja xwe li saetan parve kiriye û em xebatan dimeşînin. Zarok dixwazin perwerdeya Kurdî bibînin. Niha ji bo me perwerdeya jinê jî gelek girîng e.”
NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN
Narîn Alî jî ku ji tenduristiyê berpirse diyar kir ku bi hatina zivistanê re nexweşî zêde bûne bi taybet jî divê doktorê zarokan hebe.