Jinan li ber Parlamenta Eyaletê ji bo Rojava çalakî pêk anîn

Jinan li ber Parlamenta Eyaletê ji bo Rojava çalakî pêk anîn

Jinên Kurd, di çarçoveya kampanya xwedîderketina li Rojava ya li gelempleriya Ewropayê de, li Wîesbaden û Bonnê çalakî lidar xistin.

Li paytexta eyaleta Hessenê Wîesbaden jinên Kurd li ber Parlamentê ji bo Rojava çalakiya piştevaniyê lidar xistin.

Jinên Kurd li ber parlamentê kon vedan û bi belavokên bi zimanê Elmanî, der barê êrîş, ambargo û dorpêçiya li hemberî Rojavayê Kurdistanê de raya giştî ya Elman agahdar kirin.

Heyete ji jinên Kurd, li Meclîsa Eyaletê dosyayek pêşkêşî Partiya Çek kir.

Çalakî bi mîtîngek danê êvarê bi dawî bû. Di mîtîngê de ji Partiya Çep parlamenter Barbara Carlas jî amade bû. 

Meclîsa Jinê ya Sara ya Bonnê û Komeleya Çanda Kurd jî, partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan ên li bajêr agahdar kirin.

Kurdistaniyan dosya pêşkêşî nûneriya Bonnê ya CDU, SPD, Komîsyona Ewropayê û nûneriya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku danûstandinên wan wê dewam bikin.

Lİ Bonnê wê roja 9'ê Cotmehê meşa xwedîderketina li Rojava pêk were.