Jinan aktîvîteya 25'ê Mijdarê diyarî Arîn Mîrxan kirin
Jinan aktîvîteya 25'ê Mijdarê diyarî Arîn Mîrxan kirin
Jinan aktîvîteya 25'ê Mijdarê diyarî Arîn Mîrxan kirin
Komîsyona Jinan a Platforma Şaxên KESK’ê ya Sêrtê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, bi armanca balê bikişînin ser şideta li hember jinê aktîvîteyek li dar xistin. Jinan aktîvîteya xwe diyarî Şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan a li Kobanê di çalakiya fedayî de jiyana xwe ji dest da kirin.
Endamên Komîsyona Jinan a Platforma Şaxên KESK’ê ya Sêrtê, di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li avahiya sendîkayê aktîvîteyek li dar xistin. Aktîvîtiya ku gelek jin beşdar bûn, diyarî şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan a li Kobanê çalakiya fedayî pêk anî hat kirin. Aktîvîteya bi armanca balê bikişînin ser şideta li hember jinê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Sêrtê Avrel Cîhad Aktay ve hat kirin. Aktay têkildarî dîroka 25’ê Mijdarê ku axivî, paşê sînevîzyona der barê şideta li hember jinê hat temaşekirin.
Aktîvîte bi stran û helbestên hunermendên ciwan ên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dawî bû.