Ji Wan û Cizîrê ji bo Rojava alîkarî hat şandin

Ji Wan û Cizîrê ji bo Rojava alîkarî hat şandin

Bi armanca piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji Wanê bi TIR'an alîkariya jiyana rojane û ji Cizîra Botan jî kamyonek arvan hatin rêkirin.

Li Wanê, kelûmelên pêwistiya rojane û dermanên bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê hatin berhevkirin, bi 3 TIR'an ji Rojava re hatin şandin.

Rêveberê BDP'ê yê Wanê Ûgûr Ozlu da xuyakirin ku heta ambargoya li dijî Rojava were şikandin ewê alîkariya xwe bi biryardarî dewam bikin.

LI CIZÎRÊ JI BO ROJAVA ALÎKARIYA ARVAN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, ji aliyê Şaredariya BDP'ê ya Cizîrê ve di çarçoveya kampanyaya alîkariya Rojava de ard hat komkirin. Arvanên ku hatin komkirin ji bo bişînin Rojava bi Nisêbînê ve hatin bi rê kirin. 

Dîsa ji bo bişînin Rojava ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve kampanya dermanan hat destpêkirin. 

Dermanên di çarçoveya kampanyayê de tên berhevkirin ji hêla Navenda Tenduristiya Gel a Bîşenkê, Odeya Dermanxaneya Cizîrê û komîsyonên taxan ve tên civandin û tê hêvîkirin ku di demek kurt de ji Rojava re bê şandin.