Ji Trûmp ku Le Pen hêviya xwe pê ve girêdaye herî pir Fransiz ne xweş in
Piştî ku di hilbijartinên DYA’yê de Donald Trûmp bi ser ket, Fransa ketiye nav fikara ku partiya lîderê partiya populîst û nîjatperest Marîne Le Pen jî bi ser bikeve.
Piştî ku di hilbijartinên DYA’yê de Donald Trûmp bi ser ket, Fransa ketiye nav fikara ku partiya lîderê partiya populîst û nîjatperest Marîne Le Pen jî bi ser bikeve.
Lê li gel kelecaniya ku bi Le Pen ketiye, derkete holê ku gelê Fransiz ji hilbijartina DYA’yê ne xweş e.
Li gorî şîrketa lêkolînê Elabe ku ji bo BFM TV îçîn raya giştî pelandibû, ji Fransizan sedî 78 ji encamên hilbijartinê ya DYA’yê ne xweş e. Piraniya kesên ku encamên hilbijartinê xweş in jî ji alîgiirên Eniya Netewî (FN) pêK tên ku piştî serketin Trûmp ji dilê xwe derbas dikin ku ew jî dikarin bi ser bikevin.
Sedî 45 gelê Fransiz dibêjin ew ji encaman ‘’têra xwe ne xweş in’’ û sedî 33 jê jî dibêjin, ‘pir ne xweş in’’
Birê ji sedî 21 jî diyar dikin ku ji encamên DYA’yê dilxweş in.
Di nav wan Fransizan de ku ji serketina Donald Trûmp ne xweş in ji sedî 91 hilbijêr in çepgir in, hilbijêrên rastgir û navendî jî, ji sedî 78’ê wan ji encaman ne zêde dilxweş in. Lê alîgiriyên Marîne Le Pen ê nîjatperest, sedî 59’ê wan kêfxweş in ku Trûmp bi ser ketiye.
Ji sedî 54 yên ku tevlî hilbijartinê bûyin difikirin ku piştî serketina Trûmp wê têkiliyên du welatan ne baş bibin û sedî 40 jî diyar dikin wê tiştek neguhere.
LE PEN BI BANDORA TRÛMP DIXWAZE BI SER BIKEVE
Piştî ku Donald Trûmp li gel gotinên dijber ên li dijî koçber, terorîzm, Misilman û jinan pir tund peyivî jî, piştî ku bi ser ket, Marîne Le Pen jî di nav de hêviya gelek partiyên populîst û rastgirên hişk ên li Ewropayê bûne xwedî hêvî. Lê di sîstema du dorî ya Fransa de tê gotin pir zehmet ku Le Pen weke serokkomar were hilbijartin û li hemberî Françoîs Hollande ku di çavê gel de ti popularîteya wî nîn e jî Le Pen nikare bi ser bikeve.
2002’an di hilbijartina du dorî ya di navbera Jacques Chîrac û Jean- Marîe Le Pen de, di dora duyemîn de piraniya hilbijêrên çepgir ji bo pêşî li endamê nîjatperest bigirin dengên xwe dabûne Chîrac.