Ji Rojava piştgiriya ji bo Gokkan

Ji Rojava piştgiriya ji bo Gokkan

Şaxê Rêxistina Yekîtiya Star a Amûdê û Efrîn, her wiha saziyên civakî yên sivîl ên Qamişlo bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û şermezarkirina lêkirina "Dîwarê Şermê" daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Saziyên sivîl yên Rojavaya Kurdistan bi daxuyaniyên nivîskî  piştgirî dan çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û şermezarkirina çêkirina "Dîwarê Şermê" kirin.

AMÛDÊ: Şaxê Rêxistina Yekîtiya Star a Amûdê ji bo piştgiriyê bide çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî lêkirina "Dîwarê Şermê" ketiya rojiya mirinê de û şermezarkirina lêkirina dîwarê şermê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber navenda Reşîdê Kurd bi beşdariya endamên sazî û dezgehên sivîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd wek xeta 3. ketiye nava tevgerê de û êdî tu dîwar nikarin wan jihev qut bikin. Di daxuyaniyê  hate gotin ku "Dîwarê Şermê" li dijî îradeya gelê kurd pêk hatiye û çêkirina dîwar hate şermezarkirin. Di daxiyaniyê de hate destnîşankirin ku çêkirina dîwar di vê demê de li dijî pêvajoya Aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirine. Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya Ayşe Gokkan ku ev 5 roj in li dijî dîwarê Şermê rojiya mirinê daye destpêkirin hate nîşan dan.

EFRÎN: Bi heman armancê şaxê Yekîtiya Star li Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ber navenda Zanistî û Perwerdeya Jinan hate xwendin piştgiriya çalakiya Ayşe Gokkan hate kirin û lêkirina "Dîwarê Şermê"  hate şermezarkirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiyê bi çêkirina dîwaran dê nikaribe gelê kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê jihev qut bike.

QAMIŞLO: Bi heman armancê li Qamişlo jî Navenda Pêşxistina Ekolojiyê û Şaredariyan a Qamişlo li ber navenda xwe daxuyaniye da. Di daxuyaniyê de lêkirina "Dîwarê Şermê"  hate şermezarkirin û ji Şardara Nisêbînê Ayşe Gokkan re piştgirî hat nîşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiyê bi lêkirina dîwaran dê nikaribe kurdên li Rojava û Bakurê Kurdistanê jihev qut bike.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Em hêvî dikin ku çalakiya birêz Ayşe Gokkan di zûtirîn demê de bi encam bibe." Di dawiya daxiyaniyê de hate gotin dê ti dîwar nikaribe vîna gelê Kurd a li ser felsefe û xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe, têk bibe.