Ji Qerekola Şîmşekê li gundiyên Efrînê tehdîd

Ji Qerekola Şîmşekê li gundiyên Efrînê tehdîd

Fermandarê nû yê Qerekola Şîmşekê, ji ber ku nokteya destpêkê ya dîwarê şermê ya di navbera Kîlîs-Efrînê bû û demek berê hatibû rojevê, gundiyên li sînor tehdît kir.

Fermandarê Qerekola Şîmşekê bi hevkariya keyyaê gundê Engîkan, gundî tehdît kir û îdia kir ku guleyên ji aliyê çeteyan ve  hatibû avêtibûn a hêzên YPG’ê, îdia kir ku ketiye herêma wan û peyama ‘Bila YPG dest ji gir berdin, an jî em dê êrîş bikin.”

Fermandarê nû yên Qerekola Sînor a Şîmşekê rojek berê çû cem keyayê gundê Ergîkanê ya girêdayê Kilisê û xwest peyamê bibe ji gundiyên gundê Dîkmetaşê ya Efrînê.

 Keyayê gund peyama fermandar ya wekê ‘Keya niha tiştên ez ji te re dibêjim biçe ji PYD’iyên li Girê Dîkmetaş re bêje.  Guleyên li PYD’iyên Dîkmetaşê tên barandin, tên li herêma me dikevin. Divê dest ji gir berdin. Ger bernedin em dê li gir bixin. Ez bi şandina vê nûçeyê vê berpirsyariyê ji ser xwe davêjim.” Li ser vê kaya peyam ji Meclisa Gund ya PYD’ê re şand.

Gundiyên Dîkmtaşê bertek nîşanê tehdîtên fermandarê qerekola Şîmşekê da û got: “Çeteyan xwedî dikin û bi ser me de dişînin, ev jî têr nake niha jî me tehdît dikin.

Gundiyan da zanîn ku dê li dijî tehdîdan serî netewînin û gotin ne ew û ne jî hêzên YPG’ê dê cihên xwe terk bikin.

Li aliyê din ji aliyê artêşa tirk ve li bin gundê Karnibiyê ya li hemberî nokteya kontrolê ya YPG’ê tanq û panzer hatin bicihkirin.  Gundiyan got ev jî parçeyek tehdîdê ye.

Li aliyê din beşeke mezin ya kurdên li herêmê leşkteriyê dikin, ji herêmê derdixin.

Roja îna derbasbuyî, YPG’ê li nahiyeya Şêrava ya Efrînê,  ji bo gundê Ziyaretê ji çeteyan rizgar bikin opersyon dabû destpêkirin û di malên aydê çeteyan de rojnameyê Rudaw û her wiha weşana Dengê Kurd dîtin.