Ji KCD'ê banga ji bo 7'ê Mijdarê

Ji KCD'ê banga ji bo 7'ê Mijdarê

KCD'ê ji bo meşa li dijî dîwarê şermê ya 7'ê Mijdarê ya li Nisêbînê û xwedîderketina li çalakiya Ayşe Gokkan, bang kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê dîwarê şermê yê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin û çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCD'ê de hat ragihandin ku bi xêzkirina sînoran li erdnîgariya Kurdistanê ya ji mêj ve hatiye dagirkirin, hewl tê dayîn gelê Kurd were perçekirin û hat gotin, "Lê belê ev yek ti carî li pêş yekitiya têkoşîna Kurdan nebûye asteng, li hemberî vê yekê gelê Kurd di nava yekitiyê de tevgeriyaye û li dora jiyana azad bûye yek."

KCD'ê ragihand ku desthilatdariya AKP'ê ya nikare xwe li şoreşa Rojava rabigire, bi lêkirina dîwarên şermê re dixwaze yekitiya neteweyî ya gelê Kurd bifetisîne û destnîşan kir ku ev dîwar dîwarên pêkanînên mêtîngerî, asîmîlasyon û qirkirinê ne.

KCD'ê bibîr xist ku li dijî vî dîwarî Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ketiye rojiya mirinê û nûnerên gel ên hatine hilbijartin dest bi grêva birçîbûnê kirine. KCD'ê bang li gelê Kurd kir ku di 7'ê Mijdarê de li dijî dîwar li Nisêbînê be. 

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em çalakiya Şaredara me ya Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên gel ên hatin hilbijartin a li dijî dîwarê şermê silav dikin, bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku di 7'ê Mijdarê de bi ruhê serhildanê beşdarî meşa li Nisêbînê bibin û berxwedanê mezin bikin."