Ji KCD-E banga beşdariya meşa Berlînê
Ji KCD-E banga beşdariya meşa Berlînê
Ji KCD-E banga beşdariya meşa Berlînê
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo rakirina qedexeya 20 salan a PKK'ê ya li Elmanyayê, beşdarî meşa li bajarê Berlînê bibin.
Di daxuyaniya li ser navê Koordînasyona KCD-E de ji bo meş û mîtînga "Em piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê-Qedexeya PKK'ê rakin" a ji aliyê TATORT Kurdistan ve tê organîzekirin û ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl û şexsiyetan piştgiriyê dibîne, bang li gelên Anatolî û Mezopotamyayê yên li Ewropayê dijîn, dost, demokrat, şoreşger, kom û kesên humanîter ên Ewropî hat kirin ku di 16'ê Mijdarê de li Berlînê li hev kom bibin.
QEDEXEYA PKK'Ê, BINPÊKIRINA PEYMANÊN MAFÊN MIROVAN ÊN NAVNETEWEYÎ YE
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi wergirtina biryara qedexeyê re dewleta Tirk zêdeyî 4 hezar gundên Kurdan şewitand û vala kir, bi hezaran siyasetmedar, demokrat, rewşenbîr, hunermend û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd ji aliyê hêzên taybet ên Tirk hatin qetilkirin, bi hezaran li girtîgehan hatin bicihkirin, bi dehhezaran Kurd jî neçar man koçî metropolên Tirkiyê û di serî de Elmanya koçî welatên Ewropayê bikin û wiha hat gotin; "Di bin navê 'Dozên KCK'ê de girtina bi hezaran siyasetmedar, şaredar, huqûqnas, rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û xwendekarên Kurd, li Roboskî bombekirina 34 gundiyên Kurd ji aliyê balafirên şer ên Tirk, darvekirina bi dehan aktîvîstên Kurd ji aliyê Îranê ve, li Rojavayê Kurdistanê êrîşên hovane yên komên ser bi El Qaîdeyê, pêkanînên terorî yên xwe dispêrin vê biryara qedexeyê.
Ev zext û êrîşên li hemberî hewldan û daxwazên mafdar ên gelê me, di serî de li Elmanya li welatên din ên Ewropayê di nava 20 salan de bênavber dewam kirine. Bi dehan saziyên Kurdan ên li ser bingeha legal xebatên çand, huner, civakî, spor, çapemenî-weşanê dimeşandin, hatin girtin, li rêveber û endamên wan cezayê giran ê pereyan hat birîn, mafên wan ên statu û welatîbûnê ji dest hat girtin, lewma pêşî li jiyana bi nasnameya xwe ya neteweyî ya Kurdan û entegrasyona bi civakên li welatên lê dijîn, hat astengkirin.
Ev biryara qedexeyê ku herî dawî bi maddeya 129b re hewl hat dayîn were xurtkirin, hînê ji roja destpêkê ve diyar bû ku hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî yên Elmanyayê mor kirine û destûra bingehîn a federal binpê kiriye û bi tenê ji bo berjewendiyên teng ên siyasî û aborî yên rêveberên dewletê ve hatiye stendin. Eger îro ew Rêberî û rêxistin ji aliyê bi mîlyonan mirovan bi awayekî aktîf xwedî lê tê derketin, li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane vîn û hewldanek dîrokî nîşan dabin, li Rojavayê Kurdistanê li dijî komên El Qaîdeyê berxwedaneke dôrkî ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê nîşan didin, hingî ti îzaha vê qedexeyê nemaye. Ji ber vê yekê eger di serî de Elmanya hemû dewlet û Yekitiya Ewropa ji dil piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, eger bi rastî li dijî gefên mîna El Qaîdeyê ne, eger rejîmên Sûriye û Îranê weke astengiyên sereke yên li pêşiya demokrasî û aştiya herêmê dibînin, hingî divê dest ji qedexekirina PKK'ê berdin, ku PKK li dijî van hemûyan têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û mafan a rewa dimeşîne. Divê PKK'ê ji vê lîsteyê derxînin.
EM LI BERLÎNÊ BÊN CEM HEV
Weke Kurd û dostên xwe yên demokrat û pêşverû, di salvegera 20. a biryara mijara gotinê de em careke din diyar dikin ku em vê biryarê û lîsteyê rewa nabînin û ji hikûmeta Elmanyayê dixwazin ku vê biryarê rake. Emê nerazîbûna xwe ya li dijî biryarê û lîsteyê, careke din bi awayekî dmokratîk û aştiyane bi xurtî nîşan bidin. Weke rêxistinbûyîna sîwanê ya sazî û dezgehên Kurd ên xwedî bi deh hezaran endaman KCD-E, emê bi awayekî çalak beşdarî xwepêşandana "Em piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê-Qedexeya PKK'ê rakin" a ji aliyê TATORT Kurdistanê ve tê organîzekirin, bibin. Em bang li gelên Anatolî û Mezopotamyayê yên li Ewropayê dijîn, dost, demokrat, şoreşger, kom û kesên humanîter ên Ewropî hat kirin ku di 16'ê Mijdarê de li Berlînê li hev kom bibin."