Ji HRK'ê çalakî: 10 pasdar hatin kuştin
Ji HRK'ê çalakî: 10 pasdar hatin kuştin
Ji HRK'ê çalakî: 10 pasdar hatin kuştin
Hat ragihandin, di çalakiyeke li çoltera bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî yekîneyên sûpay pasdarên Îranê de 10 pasdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji herêma Ûrmiyê hatin wergirtin, duh saet di 10:00 de li navçeya Axgelî Bûralanî girêdayî bajarê Makû herêma Mêrîwanê a Rojhilatê Kurdistanê hêzên HRK’ê çalakiyek li dijî yekîneyên sûpayên pasdarên Îranê lidar xistine.
Her çendî ku serfermandariya pasdarên li Makû diyar kiriye ku tenê yek pasdar hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne, lê li gorî serçaveyê herêmê, bi tenê cenazeyê pasdarekî rakirine nava bajêr, cenazeyên 9 pasdaran jî li gel birîndaran bi wesayîteke leşkerî ji herêmê hatine rakirin.
Der barê çalakiyê de heta niha ne ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ne jî ji Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Rejîma Îranê di 25'ê Cotmehê roja Înê de li Girtîgeha Ûrmiyê endamên PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr û li girtîgeha Salmasê jî Riza Îsmaîl Mamedî bi darve kiribûn.
PJAK'ê di daxuyaniya xwe ya piştî darvekirinan de diyar kiribû ku bi darvekirina 2 endamên wan re, agirbesta ji 2011'an û vir ve tê meşandin, ketiye xeteriyê