Ji bo zarokên Rojavayî perwerde
Ji bo zarokên Rojavayî perwerde
Ji bo zarokên Rojavayî perwerde
Mamosteyên dildar li Amedê ji bo zarokên Rojavayî dest bi perwerdehiyê kirin. Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Yenîşehîrê ji bo zarokên Rojava dest bi perwerdehiya Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngîlîzî kirin.
Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Yenîşehîrê ji bo zarokên Rojava dest bi perwerdeyê kir. Di çarçoveya perwerdeyê de mamosteyên dildar, ji bo zarokên Rojavayî û Şengalê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Amedê bi cih bûn, dest bi perwerdeyê kirin. Şaredariya Yenişehirê destpêkê piştevaniya cil û zexîreyan kir, niha jî ji bo zarokan dest bi xizmeta perwerdeyê kir. Şaredariya Yenîşehîrê nêzi mehek e perwerdeya zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngîlîzî her wiha dersên muzîk û wênesaziyê jî dide zarokan. Hevşaredarên Yenişehirê Selim Kurbanoglu û Ulku Baytaş mala perwerdeyê ziyaret kirin û rewşa zarokan pirsîn. Hevşaredaran di ziyaretê de li zarokan alavên perwerdeyê belav kirin.