Ji bo vegerê banga alîkariya lezgîn

Ji bo vegerê banga alîkariya lezgîn

Ji Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Rojava re  ji bo Kobaniyên li Kobanê û Pirsûsê banga alîkariya lezgîn hat kirin. Endamê Komeleyê Faruk Tatli got: “Ji destê kê çi tê bila ji bo Kobanê bikin. Niha pêvajoyeke nû ya avakirinê mijara gotinê ye. Di vê nuqteyê de em li benda alîkariya gelê xwe û rêxistinên civaka sivîl in.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê welatiyên ji Kobanê koçî Pirsûsê kirin, dest bi vegera Kobanê kirin. Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ji bo welatiyên Kobanê yên vegeriyan û yên li Pirsûsê banga alîkariyê kir. Endamê Komeleyê Faruk Tatli got ku berxwedana Kobanê ketiye roja 65’emîn û têkoşînek bêhempa tê meşandin.Tatli diyar kir ku koordînasyoneke krîzê ya ku DTK, HDP, DBP û parlamenter û şaredar nav de ne hatiye avakirin û got: “Lê pirsgirêkên heyî didomin. Çêkirina konbajarê ku ji hezar konî pêk tê didome. di nava 10 rojan de wê amade be. Welatiyên li derve di dikan û konên nebaş de bicih bûne wê bên bicihkirin.

JI BO KOBANIYAN BANGA LEZGÎN

Tatli bi lêv kir ku agahiyên ku tên gotin çete vekişiyane û li ser vê yekê 600 welatiyên Kobanê vegeriyane û wiha got: “Li ser agahiyên tên welatiyên me yên dikarin li Kobanê kar bikin vegeriyan. Di hefteya dawî de 600 welatiyên me çûn. Ji ber şerê hatiye jiyîn derfeta jiyana li Kobanê kêm e û ji bo vê me 50 kon şandin. Veger roj bi roj zêde dibin. Lê ji bo wan divê alîkarî bê kirin. Di rojên pêş de hewcedariyên wan wê zêde bin. Em hem ji yên li Pirsûsê û hem jî yên li Kobanê re çi ji destê  me bê em ê bikin.

Tatli got ku alîkariyên divê bên kirin wiha ne:

“- Ji bo taştê: penêr, zeytun, rîçal, tehîn, dims, helaw

- Xurek: nîsk, fasûlî, nok, birinc, şehriye, rûn, şekir, çay, ard, ava bacanan
- Amûrên paqijiyê: deterjana firaqan, a cilan, şampuan, sabun, peda jinan, firçeya diranan, macûna diranan, selpaka şil, singerên firaqan
- Ji bo zarokan:bezê bebekan, mama, bîberon, dergûş, biskuvî
- Lihêf, balîf, pêlav, mont, kazax, pantolon, gore, bincilk, sobeyên elektîrkê û katalîk

Ji bo teslîmkirina alîkariyan navnîşan û telefon: Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Rojava re.Telefon: 0090537 023 05 38