Ji bo Rojava bang li NY û YE hat kirin

Ji bo Rojava bang li NY û YE hat kirin

Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên beşdarî civîna çapemeniyê ya "Tevna Rêxistinan ji bo Destekkirina Rojava" bûn, ku ev sê roj in li ber Parlamenta Swêdê kon vedaye, êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li hemberî gelê Rojava şermezar kirin. Ji bo rakirina ambargoya li hemberî gelê Rojava bang li Hikûmeta Swêd, Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin. 

Li ser navê "Tevna Rêxistina a ji bo Destekkirina Rojava" rojnamevan û nivîskar Kurdo Baksî piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir ku 3 mîlyon Kurdên li Rojava, yek ji beşên civakê yên herî zêde ji şerê 3 salan ê li Sûriyê zerar dîtine û Kurd hem bi êrîşên rejîma Esad hem jî bi êrîşên çeteyên ser bi El Qaîdeyê yên xwe weke mûxalefetê bi nav dikin, rast tên.

Baksî bal kişand ser hovîtiya çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li dijî gelê Kurd dikin û bal kişand ser girîngiya destekkirina gelê Kurd ê li Rojava dijî.

EM WAN KESÊN JI BO PÊŞEROJEKE BI RÛMET JIYANA XWE FEDA KIRIN JI BÎR NEKIN

Baksî bibîr xist ku di dawiya vê hefteyê de du şervanên leheng li Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û got, "Li ku dera Kurdistanê em bên dunyayê, divê em şehîdên xwe yên ji bo azadiya gelê Kurd li hemberî dîktatorên herî zalim ên cîhanê Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê şer kirine û jiyana xwe ji dest dane, ji bîr nekin. Wan jiyana xwe ji bo pêşerojeke bi rûmet feda kirin."

EL NÛSRA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRÎŞÎ SERÊKANIYÊ KIR

Serokê rêxistina mafên mirovan a li dijî qirkirinê Kurdcide Watch CHAK Azad Heydarî jî da xuyakirin ku beriya niha bi sê rojan Mûxalefeta Sûriyê qebûl kiriye ku El Qaîde di nava Artêşa Azad de cih digire û anî ziman ku duh êvarê El Nûsra ya di nava Artêşa Azad de cih digire, li Serê Kaniyê li dijî gel çekên kîmyewî bikar aniye.

Heydarî ragihand ku Tirkiye û welatên paşverû çek û alîkariya fînansî didin hêzên El Nûsra û destnîşan kir ku divê pêşî li El Nûsra ya êrîşî Kurdan, hindikahiyên Xiristan û dêran dike, were rawestandin.

NAYÊ QEBÛLKIRIN KU DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ DÎWAR LÊ BIKE

Serokê Komîteya Piştgirîdayînıa Mafên Mirovan li Tirkiye û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Jacob Johnson bal kişand ser ambargo û lêkirina dîwarê li ser sînor ji aliyê Hikûmeta Tirk ve û got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Divê cîhan li hemberî vê helwestê nîşan bide û ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibe, bixebite. Pêwîste Swêd berpirsyariyê bigire ser milê xwe û di vê mijarê de bi Yekitiya Ewropa û Tirkiyê re hevdîtinan bike û mijarê têxe rojevê."

GELÊ ROJAVA JI BO NIRX, NASNAME Û AZADIYA XWE LI BER XWE DIDE

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî jî da xuyakirin ku El Nûsra û çeteyên mîna wê, li gel çekên kîmyewî bi hemû çekên giran êrîşî Rojava dikin û destnîşan kir ku gelê Rojava xwedî wê hêz û rêxistinbûyînê ye k li hemberî êrîşan rawest e. Elî got, "Gelê Kurd ê li Rojava ji bo nirxên xwe, nasname, azadî û demokrasiya xwe li ber xwe dide. Ti hêz nikare vê têkoşîna mafdar a gelê Rojava binpê bike."

Li ser navê Partiya Keskan a Hawirdorparêz Rewbar Hassan diyar kir ku divê ti kes li hemberî komkujiyên çeteyan ên bi navê Îslamê li dijî gelê Kurd pêk tîne, bêdeng nemîne.

Li ser ser navê PJAK'ê Yosef Soltanî anî ziman ku li pişt êrîşên li hemberî Rojava, Tiriye, Erebîstana Siûdî û Qatar hene û xwest ku ev welat ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve werin şermerzarkirin. 

GIRTINA SÎNOR Û ASTENGKIRINA ÇÛYÎNA ALÎKARIYÊ, BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E

Soltanî ragihand ku weke PJAK'ê ew piştgiriyê didin biryarên Konseya Bilind a Kurd û PYD werbigire û got, "Bi girtina deriyên sînor re astengkirina çûyîna alîkariya xwarin û dermanan ji bo Rojava, binpêkirina mafên mirovan e. Ev yek polîtîkayeke qirêj e, ji bo têkoşîna Kurdan were fetisandin. PJAK vê polîtîkayê bi tundî şermezar dike."

Soltanî bal kişand ser bûyerên li Îranê û diyar kir ku di nava du mehên dawî de 200 kes û di nava hefteya dawî de jî 18 kes hatine darvekirin. Soltanî destnîşan kir ku PJAK darvekirinan bi tundî şermezar dike.

Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdan a Parlamenta Swêdê û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Gel parlamenter Fredrîk Malm jî ji Swêdê xwest, ku bi rêya Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariya însanî bide gelên li Rojava û Sûriyê dijîn û ji bo parastina KUrdên rastî êrîşên çeteyan tên, têkeve nava hewldanan.

Li se navê Konseya Kurd Ferît Sîncar jî ragihand ku hêzên nikarin xwe li rêveberiya Kurdan a li Rojava rabigirin piştgiriyê didin çeteyên mîna El Nûsra û destnîşan kir ku yek ji van hêzên ku statuya Kurdan naxwaze Tirkiye ye.

Sîncar diyar kir ku ew ambargoya rêveberiya Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê kir ku êrîşên li dijî Rojava şermezar bikin.