Ji bo parastinê serlêdan didomin

Ji bo parastinê serlêdan didomin

Rojane bi dehan welatiyên Dêrikê serdana Navenda Erka Xweparastin ku nû hatiye vekirin dikin. Rêveberên Navendê diyar kirin ku heta niha 200 welatiyan serdana navendê kirine.

Piştî ku Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê pêkanîna qanûna erka xweparastinê îlan kir û ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin, gelek navendên taybet ji bo pêşwazîkirin û qeydkirina navên ciwanan li bajarên Cizîrê hatin vekirin.

Yek ji van navendan Navenda Erka Xweparastinê ya bajarê Dêrikê di vê dema dawî de hate vekirin. Piştî ku navendê 1900 agahdarî ji bo pêkanîna erka xweparastinê li malbatên bajarê Dêrikê û gundewarê wê belav kirin, rojane bi dehan ciwan serdana navendê dikin û navên xwe qeyd dikin.

Der barê mijarê de Rêvebera Navendê Nûjîn Sêfo ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku wan ji bo pêkanîna erka xweparastinê li malbatên bajêr û gundewar belav kirine û rojane bi dehan ciwan serdana navendê dikin û navên xwe qeyd dikin an jî yên ku qanûn nagire nava xwe belgeyên xwe pêşkêş dikin.

Sêfo di axaftina xwe de got ku di van rojên dawî de serdana ciwanan ji navendê re berbiçav e. Xebatkarên navendê jî karûbarên ciwanan bi rêk û pêk didin meşandin û defterên taybet bi erka xweparastinê li van ciwanan belav dikin. Her wiha kesên ku qanûna erka xweparastinê nagire nava xwe li gorî bendên qanûnê navên wan qeyd dikin.