Ji bo parastina hawirdorê lembayên li kolanan hatin vemirandin
Li Fransayê, ji bo parastina hawirdorê û kêmkirina bikaranîna elektrîkê, lembayên li kolanan tên vemirandin. Li gelek bajarên mezin, piştgirî ji vê hewldanê re hat dayîn.
Li Fransayê, ji bo parastina hawirdorê û kêmkirina bikaranîna elektrîkê, lembayên li kolanan tên vemirandin. Li gelek bajarên mezin, piştgirî ji vê hewldanê re hat dayîn.
Ev çalakî ji aliyê rêxistineke hawirdorê ya bi navê 'Agir pour l'Environnement (Liv û tevgera ji bo hawirdor) ve hat destpêkirin. Çalakî ku cara heyştemîn e tê lidarxistin, îsal ji gelek bajarên mezin piştgirî dît. Di serî de paytext Parîs, li gelek bajarên mîna Nîce û Rennesê, beşeke girîng a lembayên li kolanan nîvê şevê hatin vemirandin. Bi vî rengî piştgirî ji çalakiya bi navê 'Roja şevê' (Jour de la Nuit) re hat dayîn.
Bi vê çalakiyê re tê xwestin, bala gelê Fransayê bikişînin ser girîngiya hawirdorê û bikaranîna elektrîkê kêm bike.
Li gorî saziya bi navê Agir pour l'Environnement, lembayên li kolanên Fransayê ku di sala 2009'an de 9 mîlyon bû, di sala 2015'an de bûye 11 mîlyon.
Di daxuyaniya vê saziyê de hat gotin, lembayên li qadên cemaweriyê, ji sedî 37 ê elektrîka li Fransayê dixwin. Ji sedî 70 ê rêveberiyên herêmî yên tevlî vê lêkolînê bûn, dan xuyakirin ku ji bo kêmkirina bikaranîna elektrîkê wan tedbîr girtine.