Ji bo Ocalan li Viyanayê standa îmzeyan hat vekirin
Ji bo Ocalan li Viyanayê standa îmzeyan hat vekirin
Ji bo Ocalan li Viyanayê standa îmzeyan hat vekirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de li kolana herî qelebalix a bajêr Marîahîlfer standa îmzeya hat vekirin.
Bi organizasyona xebatkarên Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê, duh danê nîvro li kolana Marîahîlfe standa îmzeyan hat danîn û 350 îmze hatin komkirin. Çalakgeran ji saet 12'an heta 17'an îmze berhev kirin û bang li welatparêzên Kurd ên li Ewropayê dijîn kirin ku beşdarî kampanyan ji bo azadiya Ocalan bibin.
Di çarçoveya biryara Meclîsa Demokratîk a Viyanayê de wê her hefte komîsyonek li qadeke cuda ya bajêr standê deyne û îmzeyan berhev bike.