Ji bo Kerîm Şirnex li wargeha Ş. Rustem Cudî merasîma bîranînê
Ji bo Kerîm Şirnex li wargeha Ş. Rustem Cudî merasîma bîranînê
Ji bo Kerîm Şirnex li wargeha Ş. Rustem Cudî merasîma bîranînê
Îro li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cudî bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê merasîmek ya bîranînê ji bo gerîlayên HPG’ê hate li darxistin.
Ji bo yek ji fermandarê HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnex) ê di 3'ê Mijdara 2012'an de li gel sê hevalên xwe di encama bombebarana artêşa Tirk de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, îro serê sibê li wargeha penaberan a Ş.Rustem Cudî (Mexmûr) bi bejdariya sedan şêniyên wargehê li saziya malbatên Şehîdan kombûn û merasîmek ya bîranînê hate li darxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû cangoriyên Kurdistanê destpêkir, di merasîmê de endamê saziya malbatên şehîdan Mamosta Sofî Sîdar sicîl û nasnameya her çar gêrîlayên HPG’ê xwend.
Li ser jiyan û têkoşîna fermandar Kerîm Şirnex Sofî Sîdar axivî û wiha got: “ Fermandarê mezin Kerîm Şirnex di têkoşîna 28 salan de dinava hemû şert û mercên zehmet de herdem di cihên pêş de cihê xwe girt. Herdem dinava heval û gerîlayan de wekî fermandarekî mînak dihate nîşandan. Di hemleya şerê şoreşgerî yê sala 2012’an de rolekî mezin leyîst. Fermandarê HPG’ê Kerîm Şirnex di dema êrîşên hewayî yên dewleta dagirker a Tirk di 3’ê Mijdara sala 2012’an de li gel hersê hevalên xwe yên binavê; Heqî Urfa, Şervan Sason û Rêgeş Yildiz li qada Xakurkê ya Herêmên Parastina Medyayê gihişt karwanê nemiran.”
Piştî axaftinên diderbarê jiyan û serpêhatiya fermandar Kerîm Şirnex de, merasîmê bi dûrûşmên “ Şehîd Namirin”, “ Bijî Rêber Apo” berz kirin.
Di dawiyê de jî girseyê ji bo nerazîbûna bidarvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rijêma Îranê û piştgiriya bi şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 8 roje li ser sinirê dinavbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de di gireva birçîbûnê ya bê dem deye, daxuyaniyek ya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama wexfa jinan a Mexmûrê Xatun Babat ve hate xwendin û wiha hate gotin: “ Dewletên dagirker bi sedan sale bi hemû cure hovitiyan li ser gelê Kurd û Kurdistanê didin meşandin. Dewletên dagirker herdem li dijî destkeftiyên Kurdan ketine nava nerehetî û êrîşande. Mînaka herî berbiçav di roja meya îro de em li Rojavayê Kurdistanê dibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de girseyê bi duruşmên “ Bijî berxwedan YPG’ê” berz kirin û girse belav bû.
Hate zanîn ku sibe jî wê li wargehê meşek ji bo şermezarkirina darvekirinên rijêma Îranê were li darxistin.