Ji bo kampanya Roboskî 2 mehên dawî

Ji bo kampanya Roboskî 2 mehên dawî

Ji bo dosyaya komkujiya Roboskî bê rêkirina lêpirsîna sivîl di 1’ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê de kampanya îmezayan ya ku hate destpê kirin berdewam dike. Îmze dê di 29’ê Kanûnê de ji Serokamar Gul re bê şandin.

Aktivîstê Aştiyê Îbrahîm Yaylali û Meral Geylanî ji bo dosya Roboskî  radestî dadgeha sivîl bê kirin û ji bo cezakirina berpirsên komkujiyê kampanya îmzeyan ya ku dabûn destpêkirin didome. Her du aktivîstên aştiyê di dawiya vê hefteyê de dê li Amedê Îmzeyan kom bikin, îmzeya di 29’ê Kanûnê de ku salvegera komkujiyê ye dê  ji Serokomar re bişînin.

Daxwazên kampanya îmzeyan wihane:

“Êrişên hikûmetê yên li ser malbatan bila bi dawî bibin.

Dosyaya doza komkujiyê ya ku şandine dadgeha leşkerî, bila bişînin dadgeha sivîl.

Asteniyên li pêş dadgehkirina zagonî bila bêne rakirin.”

Kampanya îmzeyan ya ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hatiye destpê kirin, wê di 28’ê Kamûnê de bi dawî bibe. Îmze dê di 2'emîn Salvegera komkujiyê de ji Serokomar Abdullah Gul re bê şandin.

Aktivîstên aştiyê ku piştî Şirnexê bajar bajar geriyan îmze kom kirin, wê dawiya vê hefteyê li Amedê bin û li pêş DTK’ê Îmzeyan kom bikin.

Li Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqere di serî de ji bo komkirina gelek îmzeyan berdewam dikin.

Yên ku dixwazin beşdarî kampanyayê biibn, dikarin ji vê siteyê agahî werbigirin.

http://roboskiicinimzatopla.wordpress.com/about/