Ji bo gerîlayê PKK'ê Demîr mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê PKK'ê Demîr mewlûd hat dayîn

MEYA-DER'a Amedê ji bo gerîlayê  HPG'ê Mehmet Nazir Demîr mewlûd da.

Komeleya Alîkariya Xizmên Malbatên Girtiyan (MEYA-DER) a Amedê ji bo endamê PKK'ê Mehmet Nazil Demîr (Zerdeşt) ku di 2'ê mijdara 2012'an de jiyana xwe ji dest dabû, li salona Dawhetê ya Aştiyê mewlûd da. Di mewlûdê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Lice û posterê gerîlayê HPG'ê Demir, Mahmut Mintaş (Agit Amed) gerîlayê PKK'ê Felat Demir'in (Zerdeşt Amed) hatin vekirin. Dîsa alên PKK û KCK'ê hatin vekirin.

Di mewlûdê de gelek welatî Şaredar û rêveberên MEYA-DER, DÎAY-DER, KURDÎ-DER, Dayikên Aştiyê rêveberên BDP'ê amade bûn. Di mewlûdê de Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, axivî û diyar kir ku ew dê li tekoşîna wan xwedî derkevin.

Mewlûd bi xwarin û duayan bi dawî bû.