Ji bo gerîlayê HPG’ê serdanên sersaxiyê yên girseyî

Ji bo gerîlayê HPG’ê serdanên sersaxiyê yên girseyî

Ji bo gerîlayê HPG'ê Bîlal Bayutmuş (Firat Levent Reşko) yê li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ, jiyana xwe ji dest da, li gundê Kocabahçe yê Qersê serdanên sersaxiyê pêk hatin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Bîlal Bayutmuş (Firat Levent Reşko) yê 14’ê Mijdarê li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, malbatê li gundê Kocabahçeyê yê ya Qersê konê sersaxiyê veda. Rêxistinên DBP, HDP ên bajar û navçeyan, xwendekarên Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkasê û gelek welatî çûn konê sersaxiyê. Li konê sersaxiyê alên PKK’ê hatin daliqandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Ey şehîd rêya te rêya me ye” hatin gotin.

Hevserokê HDP’ê yê Qersê Ayhan Gezîcî di sersaxiyê de axivî û wiha got: “PKK hêz û îdeolojiya têkoşîna azadî û serxwebûnê ye. Di şexsê vî şehîdê me de hemû şehîdên me pêşeroj û hêviya gelê me ne.”

Piştî duayên hatin xwendin ji bo malbatê sersaxî hate xwestin û girse ji gund veqetiya.