Ji bo gerîlayê HPG'ê Muhyettîn Îşlek Mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Muhyettîn Îşlek Mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Muhyettîn Îşlek Mewlud hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Muhyettîn Îşlek (Cudî Zorava) û 4 hevalên wî yê di 5 Mijdara 2012'an de li herêma Girê Hermu ya Çiyayê Cudiya Şirnexê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabûn li Şirnexê mewlud hat dayîn.
Di 5 Mijdara 2012'an de li herêma Girê Hermu ya Çiyayê Cîdiya Şirnexê di bombebarana helîkopteran de gerîlayê HPG'ê yê bi navê Muhyettîn Îşlek (Cudî Zorava) û 4 hevalên jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Îşlek ji bo Îşlek û 4 gerîlayên HPG'ê li Taxa Gundogduya Şirnexê mewlud da. Gelek welatî, Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Serokê navçeya navend Uzeyîr Kilinç, rêveberên BDP'ê yên Cizîr, Hezex û Dêrgulê, Cîgirê Serokê BDP'ê Faîk Saltan, rêveberên Şirnexê yên MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê tevlî mewludê bûn. Li konê mewlud lê hat dayîn de alên PKK'ê û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji destdaye hat daliqandin.
Piştî mewluda bi kurdî hat xwendin ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêzdarî hat girtin. Rêzdarî bi dirûşma "şehîd namirin" bi dawî bû.
Piştî wî Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar û bavê Muhyettîn Îşlek Salîh Îşlek axaftin kirin. Xwişka Muhyettîn jî ji bo Muhyettîn helbest xwend. Mewlud bi dayîna xwarinê bi dawî bû.