Ji bo gerîlayê HPG’ê Demîr li Wanê mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demîr li Wanê mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Demîr (Afad Colemêrg) ê li Şengalê di êrîşa çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.

Di mewlûda konê taziyeyê yê li Taxa Cevdet Paşa ya Wanê hat vedan de Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya  Wanê Mîraz Çalli, Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Salih Kaplan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî bûn. Li cihê ku mewlûd hat dayîn Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê HPG’ê Azad Demîr û şervanê YPG’ê Erdînç Kep hatin daliqandin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û aştiyê, Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Salih Kaplan got ku gelê Kurd bi sedê salan e bi dijminên bi lanet re sing bi sing şer dike.

Piştî duayên hatin xwendin, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer got, “Em ê heta dawiyê li têkoşîna şehîdên xwe xwedî derkevin. Li cîhanê hemû milet ji bo azadiya xwe şer kirin. Zarok, ciwan, jin û îxtiyaran jiyana xwe ji dest dan. Îro jî gelê Kurd ji bo azadiya xwe berdêlên giran dide. Lewma divê em li têkoşîna wan xwedî derkevin."

Herî dawî bavê Azad Demîr û di heman demê de Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Îsmaîl Demîr her kesê hatin mewlûdê spas kir û got, “Şehîd şehîdê gelê me ye. Şehîd şehîdê Kurdistanê ye.”

Mewlûd piştî xwarinê bi dawî bû.