Ji bo gerîlayê HPG'ê Argîş konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Argîş konê sersaxiyê hat vedan

Li navçeya Amedê Bismilê ji bo Engîn Argîşê gerîlayê HPG’ê yê di sala 2012’an de di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vedan.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Engîn Argîş (Şervan Sason) ê ku, di sala 2012’an de li Xakurkê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dayî de li Taxa Sanayî ya Bismilê li Mala Medîne ya Şinê konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê rêveberên bajêr û navçeyê yên BDP’ê, MEYA-DER, DÎYA-DER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê û xebatkarên Şaredariya Bismilê ve hat ziyaretkirin.

 Di konê sersaxiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG’ê Engîn Argîş, her wiha alên PKK’ê hatin daliqandin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Hevserokê Rêxistina Amedê ya BDP’ê Mehmet Emîn Yilmaz, got, "Gelê kurd bi salan e ji bo azadiyê têkoşînê dide. Serê gelê kurd sax be.”

Piştî Yilmaz, bavê Argîş ê HPG’î M. Şîrîn Argîş jî axivî û wiha got, "Serê hemû gelê me sax be. şehîdê me yê tevayî gelê kurd e.” Dayik Şadiye Argîş jî got, "Êşa me hemûyan yek e. Kurê min şehîdê tevayî gelê kurd e.

BDP’yî paşê çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîlaya  PKK'ê  Turkan Kurt (Hêvîdar Amed) a di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest dabû hatiye vedan.