Ji bo Êzîdiyên Sêrtê ji Elmanyayê alîkarî

Ji bo Êzîdiyên Sêrtê ji Elmanyayê alîkarî

Mala Êzîdiyan a bajarê Emmerîch a Elmanyayê ji bo kampa Penaberên Şengalê ya Dudêra Sêrtê 10 ton xurek şand.

Êzîdyên ku ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û koçber bûn, beşek ji wan hatin Sêrtê û ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve li Kampa Şengal a Dudêranê hatin bicihkirin.

Mala Êzîdiyan a Emmerîchê ji bo wan alîkarî şand.

Piştî hovîtiya DAIŞ’ê di çarçoveya kampanyaya ku li Ewropayê hate destpêkirin, di bin banê Mala Êzîdiyan a Emmerîchê de 10 ton xurek û amûrên din hatin berhevkirin û ji aliyê Serokê Mala Êzîdiyan Adîl Demîray û endamên Meclîsa Jinan Hanîfe Kozik ve teslîmî koordînasyona kampê hatin kirin.