Ji bo 14 Şaredariyên li Wanê 96 kesan serî li BDP'ê dan
Ji bo 14 Şaredariyên li Wanê 96 kesan serî li BDP'ê dan
Ji bo 14 Şaredariyên li Wanê 96 kesan serî li BDP'ê dan
Serlêdana ji bo bernamzetiya Şaredariyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di 30'ê Cotmehê de bi dawî bû. Ji bo namzetiya Meclîsa Şaredariyê ya ji BDP'ê jî, dema dawî ya serlêdanê 30'ê Mijdarê ye.
Hat hînbûn, ji bo 14 Şaredariyên li Wanê 96 serlêdan hatine kirin. Ji bo namzetiya Meclîsa Şaredariyê ya ji BDP'ê jî, dema dawî ya serlêdanê 30'ê Mijdarê ye.
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bilî Şaredar Bekîr Kaya ti serlêdaneke din nebû. Navçeya herî zêde lê serlêdan hat kirin jî bi 16 serlêdanan Tûşba ye.
Alîkarê Hevserokên Rêxistina BDP'ê Wanê Azîm Yacan da xuyakirin ku hevdîtina bi bernamzetan re bi dawî bûye û ew derbasî asta nirxandinê bûne. Yacan ragihand ku ewê bi tenê li navçeya Elbakê pêşhilbijartinê pêk bînin û diyar kir ku hilbijartin jî wê ji nava namzetên li gorî pîvanên BDP'ê ne, bê kirin.
Li gorî navçeyan serlêdanên ji bo bernamzetiyê ji BDP'ê wiha ye:
Tûşba 16, Payizava 9, Şax 7, Mehmûdî 12, Bêgirî 12, Qerqelî 3, Ertemêtan 4, Îpekyolû 5, Erdîş 3, Bazîdaxa 7, Westan 7, Miks 5, Elbak 5 û Bajarê Mezin ê Wanê 1.