Her çend ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiyekî nû, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di dawiya şerê cihanê yê duyem de hat damezirandin, xwest ku di destpêkê de têkoşerên Kurd di nava xwe de kom bikin û pêşengtiya şoreşa Kurdistanê bike. Di vê der barê de hinek gav avêtin û dibe ku ne gelê Başûrê Kurdistanê gelê Kurd yên parçeyên din jî berê xwe dan vê partiyê. Bi taybetî piştî pêngava Îlona sala 1961’ê ya têkoşîna gelê Kurd ya çekdarî bû, lê belê bi derbasbûna demê re û lewazbûna rêveber û pêşengên vê partiyê, destwerdana ji derve û bandoriya malbatî li Kurdistanê û desthildariya binemala Barzaniya li ser PDK’ê ev partî roj bi roj ji partiyek pêşenga
Kurdawetiyê wergeriyaye partiyek dibin bandora siyaseta ji derve de. Û hêzên cihanî û herêmî bi tundî dest bi ser vê partiyê de girtin. Da ku ji bo dema pêwist bi kar bînin. Yan li dijî dagirkerên Kurdistanê yan jî li dijî azadîxwazên Kurdistanê. Ta ku her tim bikarin Kurdistanê û Kurdan wek qartekê bi kar bînîn û gelê Kurd û tevgerên wê lewaz bikin. Divê rê de hemû alîkariyên pêşkêş kirîne û her ev jî bû sedem ku binemala Barzaniyan bikarin PDK’ê kontrol bikim. Di bin navê Kurdayetiyê de jî hemû eşîret û hemû binemalên din ên Kurdistanê û gelê Kurdistanê bêdeng bikin û kesên li beramber rawestiyan jî derbên giran lê dan.
Bi vî rengî dixwazin Kurdayetiyê ji bo xwe tapo bikin. Çend ji nimûneyên PDK’ê kirî wiha ne:
1 ـ Di sala 1959’an de bikaranina hêzê ji bo derxistina Hemze Ebdulla ya sekreteriya yekemin a Partiya Demokratê ji aliyê mele Mistefa Barzanî ve.
2 ـ Di sala 1964’an de bikaranîna hêzê ji aliyê Mistefa Barzanî ve û nakokiyên di navbera Meclîsa siyasî, Ehmed Îbrahîm û Mistefa Barzanî de.
3 ـ Di sala 1967’an de ji aliyê Mistefa Barzanî ve li dijî tevgera Rojhilatê Kurdistanê ya di pêşengtiya Silêman Muîn, Mela Aware û Îsmaîl Şerîf Zade bi karanîna hêzê.
4 ـ Di sala 1972’an de ji holê rakirina Rêveberên Partiya Demokrata Bakurê Kurdistanê Seîd Elçî û Seîd Kirmizi.
5 ـ Di sala 1975’an de ji holê rakina Faxir Mêrgesorî û binemala wî ku kesekî çepgir û rêveberekî diyar bû.
6 ـ Di sala 1976 û 1998’an de dijayetiya Şoreşa gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û şehîd kirina Rêveberên wek Elî Eskerî, Dr. Xalid Seîd, Îbrahîm Ezo û Hisênê Baba Şêx.
7 ـ Di sala 1979 û 1982’an de alîkarî kirina Îranê li dijî Şoreşa Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê.
8 ـ Di sala 1992, 1995, 1997 û 2000’an de alîkarî kirina Tirkiyê ji bo lêdana PKK’ê.
9 ـ Di 31.08.1996’an de dagirkirina Hewlêrê bi alîkariya rejîma BAAS’ê.
10 ـ Ji holê rakirina çend kesayetên wek: Sadiq Emer, Reûf Akreyî, Hewrê Rênas û Dr. Sirwan li sala 1992 hata 1996’an de.
11 ـDi 16.05.1997’an de êrîş kirina li ser navenda YNDK’ê û rojnameya Welat û çend rêxistinên civakî. Di heman demê zêdetir ji 14 rojnamevanan û 80 kesên çalakvanên siyasî ji wê rojê ta niha aqûbeta wan ne diyare.
12ـ Ji 17’ê Sibata sala 2011’an û pêve teror kirina çendîn rojnamevan û kesayetan ji aliyê vê partiyê ve.
13ـ Di sala 1999’an de şandina dosyayekê bi navê Wezareta Dadê ya Hêrêma Kurdistanê ji bo dezgehên Ewropa û Tirkiyê da ku navê PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve lîsteya terorê.
14ـ Dijayetiya raste rast û veşartî li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku di bin pêşengiya PYD’ê de ji sala 2011 ta niha tê meşandin.
Ev xalane çend mînak bo ji dijayetiya binemala Barzaniyan li dijî şoreşên gelê Kurd. Çavkaniyên xwe ji vê yekê girtiye ku bûye polîsên paristina berjewendiyên dagirkeran li Kurdistanê. Her kes û aliyekî ku sinor derbas bibe, ew rastî derbên PDK’ê tên. Ji ber ku niha hemû gelê Kurd êdî li pey wan naçin gelek bêzar bûne. Hêdî hêdî dibin partiyên biçûk. Ev rastî jî em li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê dibînîn û li Başûr jî gelek ji dahatuya xwe bawer nînin. Her wê yekê wisan kiriye ku har bibin û pêşketina li Rojava nebînin. Li gorî wan serketina Rojava serketina Bakurê Kurdistanê bi garantî dike û ev ji bandoriya Îranê li ser Başûrê Kurdistanê û Rojhildat dirust dike.
Her wiha wê bibe sedem ku di pêşerojê de yekgirtina Kurdistanê zêde bibe û ev jî di bin pêşengtiya PDK’ê û Barzaniyan de çênebe, dibe ku bi pêşengiya Apo û PKK'ê pêk were. Ji ber vê yekê naxwazin rojekî bi vî rengî bibînin û dijîtiyan wan, ji ber vê yekê ye.