Ji Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAIŞ û Îsraîlê nerazîbûn

Ji Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAIŞ û Îsraîlê nerazîbûn

Serokên 15 Baroyên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û êrîşên leşkerên Îsraîl ên li dijî Mescîdî î Aksayê dan.

Serokên baroyên bajarên Mûş, Agirî, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Qers, Erdexan, Dêrsim û Wanê yên Bakurê Kurdistanê li Mûşê ji bo civînekê li hev civiyan.

Serokên Baroyên Bakurê Kurdistanê ku di oteleke li navenda bajêr de civîn pêk anîn, daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û êrîşên Îsraîl ên li ser Xezzeyê dan û dan zanîn ku alîkariya ji bo gelê Kobanê û Xezzeyê pêwîstiyeke mirovahî û exlaqî ye.

Daxuyaniya ji aliyê serokên 15 baroyan ve hatibû amadekirin, ji aliyê Serokê Baroya Mûşê Ferîdûn Taş ve hate xwendin. Taş diyar kir ku wan di civîna xwe de pêşketinên siyasî, civakî û pîşeyî yên li herêmê gotûbêj kirine.

Taş destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoyeke ciddî û dîrokî re derbas dibe û da zanîn ku daxwaza wan ew e ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên li herêmê hene bi rêbazên demokratîk bêne çareserkirin. Taş di berdewama daxuyaniyê de wiha got:

“Di vê çaroveyê de pêvajoya çareseriyê ya ku hatiye destpêkirin gihiştiye asteke girîng, lê carinan ji ber hin sedeman pêvajo li rastî astengiyan hatiye. Divê aktorên siyasî yên pêvajoyê li zimaneke xweş bi kar bînin û baldar bin. Hin gotin û nêzîkatiyên li hemberî pêvajoyê careke din gelê Kurd ê ku mexdûrê herî mezin ê şer e xistiye nava fikaran.  Lê pêvajoya çareseriyê weke li Tirkiyeyê, li hemû Rojhilata Navîn jî projeya herî girîng a aştî û çareseriyê ye."

Taş di dawiya daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û êrîşên leşkerên Îsraîl ên li dijî Mescîdî î Aksayê dan.