Însiyatîfa Gel ji bo protestoya li Wanê bang kir

Însiyatîfa Gel ji bo protestoya li Wanê bang kir

Însiyatîfa Gel a Serhedê, li dijî darvekirinan girtiyên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve, banga bilindkirina çalakiyan li gelê Kurd kir. Însiyatîfê ji bo meşa sibê ya li Wanê di "asta serhildanê" de derbas bibe, bang kir.

Însiyatîfa Gel a Serhedê, der barê darvekirina 2 endamên PJAK'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfa Gel a Serhedê bang kir ku meşa sibê ya li Wanê ber bi sînorê Îranê ve di "asta serhildanê" de derbas bibe, bang kir û got, "Dewletên faşîst, dagirker û mêtînger bi zilm û komkujiyan bersiv dane hemû lêgerînên tevgera azadiyê ya ji bo çareseriya bi rêyên siyasî ya pirsgirêkê. Van dewletan timî xwestine bi komkujî û tinekirinê, encamê bi dest bixin."

Însiyatîfa Gel a Serhedê ragihandin ku dijminên Kurdan ên nikarin xwe li destketî, ruhê yekitiya neteweyî, berxwedan û hewldanên afirandina Kurdistana azad rabigirin, li Bakurê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwarê şermê kirine, li Îranê jî siyasetmedarên Kurd ên têkoşîna berxwedana demokratîk dimeşînin, bi darve kirine."

‘EM QADAN VEGUHERÎNIN QADÊN SERHILDANÊ’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê were zanîn ku ti ji êrîşên li hemberî gelê Kurd dê qet bêbersiv nemînin. Dîwarên li Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê tên lêkirin, darvekirinên ku encama hişmendiya qirkirinê ye û êrîşên li hemberî destketiyên me, dê ji aliyê me ve ti carî bêbersiv nemînin. Bi vê armancê em bang li gelê xwe yê li Serhedê dikin ku bi ruhê yekitiya neteweyî li dijî vê yekitiya faşîst a qirêj tevbigere, li hemberî davekirin û dîwarê li Nisêbînê tê lêkirin bêdeng nemîne û di serî de gelê Wanê bang li tevahiya gelên xwe yên li Serhedê dikin ku di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin."