Li gorî lêkolînê, yek ji çar parên çeteyan di encama propaganda li girtîgehan de tund bûne û du ji sê paran jî berê li girtîgehê hatine ragirtin.
DU JI SÊ PARAN LI GIRTÎGEHÊ MAN E
Di lêkolîna bi sernavê 'Criminal Pasts, Terrorist Futures: European Jihadists and the New Crime-Terror Nexus' de raboriya 79 Îslamiyên radîkal ên ji Belçîka, Brîtanya, Fransa, Elmanya, Hollanda û Danîmarkayê hate lêkolîn. Li gorî lêkolînê, kesên berê sûc kirine armanca taybet a çeteyên li Rojhilata Navîn e. Li gorî vê yekê, kesên ji ber sûcên edlî li welatên Ewropayê ketien girtîgehê, li van deveran nêrînên Îslamî yên tund nas dikin.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku ji sedî 57 ê çeteyên lêkolîn li ser wan hat kirin, herî kêm carekê û bi giranî ji ber sûcên edlî ketine girtîgehê. Ji sedî 27 jî bi propagandaya Îslamî ya tund a li girtîgehan, tevlî rêxistinên çete bûne.
Di beşa encamê ya lêkolînê de hat destnîşankirin, ku rêxistinên mîna DAIŞ'ê li şûna saziyên olî yan jî dibistanên bilind, giraniyê didin ser 'mirovên ji aliyê civakî ve qels in û sûcdar in.'
Li gorî lêkolîna ICSR, tê texmînkirin hejmara kesên ji sala 2011'an û vir ve ji rojavayê Ewropayê berê xwe dane herêmên şer ên li Rojhilata Navîn û tevlî komên Îslamî yên tund bûne, 5 hezar e.