Îbrahîmî: Pirsgirêka li Sûriyê dê di riya Civîna Cenvreyê 2 bêne çareserkirin

Îbrahîmî: Pirsgirêka li Sûriyê dê di riya Civîna Cenvreyê 2 bêne çareserkirin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê El-Exzet Îbrehîmî diyar kir ku gera wî ya li herêmê û hevdîtinên wî yên bi hêzên muxalefet, rêjîma Sûriyê bi armanca serkeftina civîna Cenevreyê 2 pêk hatine.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê El-Exzer Ibrehîmî li paytexta Sûriyê Şamê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civîna ku li otêla Şîraton hate lidarxistin de Ibrahîmî bahsa serdana xwe ya li welatên herêmê û cîhanê kir. Ibrehîmî da zanîn ku hevdîtinên wan ên bi sazî û dezgehên sivîl û Beşar El-Esed re kir. Ibrahîmî da zanîn ku NY'ê ji bo ku civîna Cenevreyê 2 serkeftî bê lidarxistin pêk hatine. Ibrahîmî destnîşan kir ku serdana wî ya Sûriyê di çarçoveya lidarxistina Cinevreyê 2 û serkeftina wê de pêk hatine.

Ibrehîmî, destnîşan kir ku ew ê serdana Lubnanê jî bike û ji bo civîna Cenevreyê bi ser keve dê hemû hewldanên xwe bikin. Ibrehîmî diyar kir ku di demên pêş de careke din ew ê bi hemû sazî û dezgehên civakî yên sivîl, rêxistin û rewşenbîran re bêne cem hev û mijarê bi awayekî berfireh nîqaş bikin.

Îbrehîmî da zanîn ku piraniya aliyan piştgiriya lidarxistina civîna Cinevreya 2'an kirin û da zanîn ku civîn bi kesên dixwazin beşdarbin bê lidarxistin û ev tiş gotin: " Dê di civîna Cenvreyê 2'an kar û xebat bêne kirin ku biryarên di civîna Cenevreya yekê de hatibûn destnîşankirin bêne bi cihkirin. Pirsgirêka li Sûriyê dê di riya Civîna Cenvreyê 2 bêne çareserkirin.''

Îbrehîmî di dawiya civînê de bersiva pirsên rojnemavanan da.