Hunermendên Kurd 'dîwarê şermê' rûxandin
Hunermendên Kurd 'dîwarê şermê' rûxandin
Hunermendên Kurd 'dîwarê şermê' rûxandin
Xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya û Navenda Çanda Med û Arzela, ji bo daliqandina siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve, helwesta AKP'ê ya li hember "pêvajoya çareseriya demokratîk" protesto bikin û piştgiriyê bidin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn û "dîwarê şermê" yê temsîlî hilweşandin.
Xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya û Navenda Çanda Med û Arzela, ji bo daliqandina siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve, helwesta AKP'ê ya li hember "pêvajoya çareseriya demokratîk" protesto bikin û piştgiriyê bidin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ber Dibistana Amadeyî ya Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di çalakiyê de hunermendên Kurd paçên reş li xwe kir û dowîzên bi nivîsa "Jiyan bi şoreşê xweşe", "Li Rojava Şoreş heye" û "Ji wehşeta daliqandinan re bêdeng nemînin" hilgirtin. Di çalakiyê de "dîwarê şermê yê temsîlî hatibû lêkirin hat rûxandin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî YPG" hat berzkirin.
Çalakvanan bi yek dengî û bi erbaneyan sirûdên "Herne pêş", "Dîrok" û "Çerxa Şoreşê" xwendin. Li ser navê hunermendan xebatkarê Navenda Çanda Med û Arzela Erol Berxwedan daxuyanî da û got: "Ferasetên paşverû du vebijark dane ber gelê Kurd: Yan hunê feraseta serwer bipejirînin an jî bimirin. Gelê Kurd tu carî vebijêrka yekemîn ne pejrandiye. Destketinên Başurê Kurdistan û pêkhatina Şoreşa Gelê Rojavayê Kurdistanê dewleta T.C û rejîma molayên teokratîk a Îslam a Îranê zêdetir xistine nav fikaran."
Berxwedan diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze berxwedana Rojava bixenîqîne û piştgirî dide çeteyên El-Nusra û El-Qaîdê û wiha got: "Divê Hikûmeta AKP'ê di demek kurt de dest ji polîtîkayên şer berde û pêşî li pêvajiya aştiyê veke."
Piştî daxuyaniyê lîstikek şano ya li ser mijara jineke Rojava ya zaroka xwe windakiriye hat pêşkêşkirin û dûre "dîwarê şermê" yê bi temsîlî hatibû lêkirin hat rûxandin.