HUDA-PAR'iyan êrîşî BDP'iyan kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
HUDA-PAR'iyan êrîşî BDP'iyan kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
HUDA-PAR'iyan êrîşî BDP'iyan kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Komeke ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê ne êrîşî BDP'iyan kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li Taxa Petrol ya Êlihê komeke ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê re ne ji ber sedemeke nayê zanîn êrîşî ciwanên BDP'î kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel ku bavê 2 zarokan e li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Met Kasar jî bi giranî birîndar bû.
Cenazeyê Temel rakirin nexweşxaneya Taybet ya Medîkal. Kasar ê ku bi giranî birînda bûye ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hêrama Êlihê. Li taxê alozî didomin.