Hilbijêrên jin wê Trûmp têk bibin
Li ser hilbijartinên Serokatiya DYA'yê di gelek anketan de Hîllary Clînton gelekî li pêş e. Ji ber ku desteka hilbijêrên jin a ji bo Donald Trûmp kêm e, tê payîn ku winda bike.
Li ser hilbijartinên Serokatiya DYA'yê di gelek anketan de Hîllary Clînton gelekî li pêş e. Ji ber ku desteka hilbijêrên jin a ji bo Donald Trûmp kêm e, tê payîn ku winda bike.
Analîstê daneyan ê Amerîkî Nate Sîlver bi rêya van anketan pêşdîtina hilbijartinê kir û ragihand, hilbijêrên jin ên DYA'yî wê bi giranî dengê xwe bidin namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton. Namzetê Partiya Komarparêzan Donald Trûmp ku ji ber gelek daxuyaniyên xwe bi zayendîperestiyê tê sûcdarkirin, ji hilbijêrên mêr destekeke cidî dibîne.
Li gorî analîza li malpera Fivethirtyeight.com hat weşandin, eger bi tenê hilbijêrên jin dengê xwe bi kar bînin, wê Hîllary Clînton 458 ji 538 endamên demî qezenç bike û di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve. Donald Trûmp jî wê bi tenê li beşeke biçûk a eyaletan bi dengê hilbijêrên jin bi tenê 80 endamên demî bi dest bixe.
Di heman analîzê de hat ragihandin; eger bi tenê hilbijêrên mêr dengê xwe bi kar bînin wê Trûmp 350, Clînton jî 188 endamên demî qezenç bikin.
Li gorî analîza Nate Sîlver a li ser anketên heta roja îro hatine kirin, di nava Komarparêzan de Donald Trûmp namzetê ku heta niha desteka herî kêm ji hilbijêrên jin digire, ye. Li gorî Sîlver, eger Clînton di hilbijartinê de bi ser bikeve, sedema herî mezin a vê yekê jî, rêjeya kêm a dengên jinan ji bo Trûmp e.
Di anketên hefteyên dawî de tê texmînkirin, ku cudahiya navbera dengên Clînton û Trûmp derkeve 9 pûanan.