Hilbijartina DYA: Clînton hê jî li pêş e

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bala her kesî êdî li hilbijartina serokatiyê ye ku wê roja Sêşemê bê kirin.

Dengdan li gelek eyaletan beriya çend hefteyan dest pê kir. Hilbijartin wê bi giranî di navbera namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton û namzetê Komarparêzan Donald Trûmp de derbas bibe. Rêjeya dengên namzetên din, wê bi tenê bandorê li dengên Clînton an jî Trûmp ên li eyaletekê bike.

Li gorî anketên hefteyên dawî, Wezîra Karên Derve ya berê Hîllary Clînton wê bi rêjeyeke bilind a dengan li hemberî Trûmp bi ser bikeve. Hefteya derbasbûyî Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI) dabû xuyakirin, ku ew ê Clînton bixe ber lêpirsînê. Ji bo vê lêpirsînê jî, bikaranîna e-maîla taybet di nivîsên serdema xwe ya wezaretiyê de hat nîşandan. Dihat gotin ku ev lêpirsîn wê dengê Clînton kêm bike.

Lê belê li gorî anketan, hê jî şensekî mezin ê Clînton heye ku li hemberî karsaz Donald Trûmp bi ser bikeve. Li gorî encamên nîvekê yên anketên heta niha hatine kirin, Clînton ji sedî 46, Trûmp jî ji sedî 44 ê dengan distîne.

Wekî din, di lêkolînên gelek malper, rojname û televîzyonan de şensê serketinê yê Clînton bi rêjeya ji sedî 65 heta 90'î tê nîşandan.

Di hilbijartina serokatiya DYA de wê li gorî nifûsa eyaletan 538 endamên hilbjêr werin hilbijartin. Ji bo namzetek bibe serok, herî kêm 270 endamên hilbijêr divê destekê bidin wê/wî.

Partiya ku li her eyaletê piraniya dengan stand, wê piraniya endamên hilbijêr ên li wê eyaletê jî bi dest bixin.