'Hikûmet dinava nêzîkatiyên ku pêvajoyê têk bibe deye'
'Hikûmet dinava nêzîkatiyên ku pêvajoyê têk bibe deye'
'Hikûmet dinava nêzîkatiyên ku pêvajoyê têk bibe deye'
Piştî ku Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler pêşnûme ji waliyên herêmê re şand û şûnde dîsan li herêmê operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bertek nîşanî operasyonan da û diyar kir ku di axaftinên Serokwezîr Erdogan de diyar dibe ku ev operasyon dê heya hilbijartinê bidomin. Kaplan da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bivê pêşnûmeya xwe pêvajoyê têk dibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê daxwazên ku ji hikûmetê pêşniyar kiribû hêj pêk nehatine. Li aliyê din jî operasyonên siyasî, civînên ewlehiyê bal dikêşînin. Piştî ku di 12'ê cotmehê de Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler ji waliyên herêmê re pêşnûme şand û şûnde operasyonên siyasî dest pê kirin. Piştî pêşnûmeyê di 29'ê cotmehê de li Cizîra Şirnexê bi îdiaya 'endamên YDG-H'yê ne' 7 kes hatin girtin. Piştî wiya li Sêrt û Silopiyê avêtin ser malan û 27 kes binçav kirin. Operasyona hatin bihêzkirin. Pêr Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler li gel Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û waliyên herêmê li Enqereyê civîna ewlehiyê pêk anîn. Der barê civîna ewlehiyê de ku tu daxuyanî ne hatin dayîn lê li gorî agahiyên hatine bi destxistin biryar hatiye girtin ku operasyon ji nûve tên destpê bikin. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di derbarê niyeta AKP'ê û operasyonan de axîvî.
Kaplan diyar kir ku piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ev operasyon pêk hatin û destnîşan kir ku ev operasyonên ku hatine destpêkirin li hemberî BDP'ê dê heya hilbijartinan berdewam bike. Kaplan da zanîn ku li aliyekê hikûmet xwe wisan nîşan dide ku aligirê çareseriyê ye li aliyê din jî bi vê pêşnûmeyê dixwaze pêvajoyê têk bibe.
Kaplan diyar kir ku hikûmet dixwaze "pêvajoya çareseriyê" heya hilbijartinan bi rawestîne û dizane ku ji yek alî ve têkbirin wê bixwere encamek çiqasî giran bîne û ev tişt got: " Li cihê viya asayîş û ewlehî kirina hincet ev yek dê bi xwere baweriya gel bişkîne. Divê li hemberî viya hişkar bûne hebe wek ku birêz Ocalan di hevdîtina herî dawî de gotî ji bo ku pêvajo bi awayekî serkeftî birêve biçe û veguhere muzakereyên bi wate divê hikûmetê bixin nava zoriyê de. Piştî daxuyaniya serokwezîr ya cejnê ev nêzîkatiyên neyînî çêbûne."